11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bên lêkolîn kirin

Hevserokê giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku divê bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî qadên gerîlayan ji aliyê heyetên serbixwe ve bên lêkolînkirin.

Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna bi hevserokên bajaran ên HDP’ê de der barê geşedanên di rojevê de ne axivî. Sancar, bi kurmancî hevserokên bajaran silav kir û dest bi axaftina xwe kir.

Hevserok Mîthat Sancar, bal kişand ser rojeva hilbijartinê û got: “Hilbijartin di rojevê de ye û ev yek gelek grîng e. Hilbijartinek jiyanî û krîtîk e. Divê em xwe bi her awayî ji bo hilbijartinê bi hêz û amade bikin. Divê em bi xebatên hilbijartinên têkoşîna xwe ya civakî jî bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe belavî her kolan û deverê bikin. Em ê polîtîkayên şer xeta xwe ya azadîxwaz, demokrasî, aştî û kedê biparêzin û li ber polîtîkayên şer û dijminane rabin.”

 ‘Gotinên Erdogan berdewamiya nîjadperestiyê ye’

Sancar li ser gotinên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên der barê hejmara zarokan de ev tişt got: “Bi salane li dijî nifûsa kurdan polîtîkaya nijadperestiyê, asîmîlasyonê û înkarê heye. Gotinên Erdogan jî berdewama polîtîkaya nijadperest e.”

Çareserî di diyalog û muzakereyê de ye 

Di berdawamiya axaftina xwe de Sancar, diyar kir ku yek mijarên girîng ên di rojevê de bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî qadên gerîlayan e wiha axivî: “Di heman demê de, di nîqaşeke din de encamên xirab ên kuneya reş a ji ber polîtîkayên şer hatine afirandin jî di rojevê de ye. Ev îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ne. Nûçe û îdiayên girîng hene. Ev îdia bi ravekirinên derew û tehdîdan nayên pûçkirin. Divê ev ji aliyê heyetên serbixwe ve bên lêkolînkirin û rastiya vê mijarê derkeve holê. Heke ev jî bên nixumandin û neyê ronîkirin, wê polîtîkayên şer ên li vî welatî kûrtir bibin, birînên civakî mezin bibin, fermana îstîsmarê wê zêdetir bibe. Ji bo guhertina vê pergalê yek ji girîngtirîn rêyên têkoşînê jî lêgerîna heqîqetê ye. Ji ber van hemûyan em bi israr doza çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dikin da ku gelên Tirkiyeyê ji van aloziyan rizgar bikin. Rêya çareseriya demokratîk bi muzakere û diyalogê pêkan e.”

‘Hikûmet bi manîpulasyonan Îmraliyê cuda dike’

Sancar, têkildarî serlêdana xwe û hevseroka xwe Pervîn Bûldan a bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re jî rawestiya û wiha got: “Diyalog û muzakere rêbaza herî rast a çareseriyê ye ku li ser zemîna siyasetê kar dike. Heke em bigihêjin vê, em ê bikaribin welat ji vê belayê rizgar bikin. Me gelek caran anî ziman ku em weke HDP’ê amade ne ku di her qadê de berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em têkoşîna xwe û polîtîkayên xwe li gorî vê armancê diyar dikin. Herî dawî bi hevseroka xwe Pervîn Buldan re me daxwaza serdana vekirî û hevdîtina bi Îmraliyê re kir. Daxwaza me vekirî ye, em di wê baweriyê de ne ku civîneke wiha ku rê li ber aştî û çareseriyê veke, di warê rawestandina polîtîkayên şer de xwedî girîngiyeke mezin e. Sedemeke din a vê daxwazê heye. Hikûmet dixwaze li ser Îmraliyê manîpulasyonên cuda bike. Em jî dibînin ku ev manîpulasyon di derdorên cuda de çerxa spekulasyonê diafirînin. HDP partiyeke ku li ser esasê polîtîkaya şefaf pêk tê. Em dibêjin rêya sereke ya pêşîgirtina li van hemû manîpulasyon û spekulasyonan rakirina tecrîdê ye. Ji bilî vê ev yek pêwîstiya hiqûqa gerdûnî û navxweyî ye. Ji bo rê li ber her cure manîpulasyon û spekulasyonan bê girtin di vê heyamê de ji bo rê li ber çareserî û aştiyê bê vekirin me daxwaza vê hevdîtinê kir. Niha em li benda bersiva Wezareta Dadê ne. Tê bîra we, çend hefte berê me gotibû ji bo hemû aliyên muxalefetê rêya herî baş ew e ku şandeyan ava bikin û daxwaza hevdîtinê li Îmraliyê bikin. Me ev daxwaz di nav xwe de nîqaş kir û veguherand vê serlêdanê. Li dijî polîtîkayên şer vekirina rêya aştî û çareseriyê deynê stûyê HDP’ê ye.”

Cegerxwîn bi bîr anî

Sancar, di dawiya axaftina xwe de hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn di salvegera koça wî ya dawî ya 38’emîn de bi bîr anî û got: “Cegerxwîn remza têkoşîna azadî û aştiyê bû.”

Hevserok Mîthat Sancar herî çend riste ji helbestên Cegerxwîn xwend.

Risteyên ku Sancar xwend wiha ne:

“Bi çepik û lûlandin

Bi devken û xweditî 

Hemû bijên bi hev re 

Bijî bijî yekitî”