3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA hin leşkerên xwe şandin Ewropayê

Amerîka Hêza 101 dişîne Ewropayê, gelo ew nîşaneya çi ye

Piştî 80 salî ev cara yekem e ku DYA’yê leşkerên xwe dişîne Ewropayê. Amerîka leşkerên xwe yên hêza 101 bi balafiran dibe Romanyayê û li nêzî sînorê Ukraynayê bicih dibin.

Ev yek di serî de asta rageşiya di navbera Rûsya û NATO’yê de nîşan dide. Ev Yekîneya bejahî ya sivik a bi nasnav “Bazên Qîrînê” wiha hatiye perwerdekirin ku di nava çend seatan de dikare li her qada şer a cîhanê bi cih bibe û ji şer re amade be.

Li gorî nûçeya CBS News general John Lubas û Kolonel Edwin Mathidis û fermandarê Tîma Şerê ya 2.mîn di helîkoptera Black Hawk debûn ya ku qasî sê kîlometreyan dûrî sînorê Romanya bi Ukraynayê re firiya.

Ji dema ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24’ê sibatê de dest bi operasyona xwe ya leşkerî ber bi Ukraynayê ve kir, hêzên wî ji Kirimê, li bakur pêşve ber bi herêma Khersonê ve çûn. Bi armanca girtina bajarên benderên sereke yên Ukraynayê Mykolaiv û Odessayê.

Armanca wan ew e ku hemû deriyên Ukrayna yên bi behrê re bibirin û hêzên leşkerî yên wî welatî bê perav bihêlin.

Ev metirsiya mezin a li ser xaka NATO ya li Romanyayê, dibe sedem ku yek ji bihêztirîn tîmên êrîşa hewayî ya Amerîkayê tevî hin alavên giran biçin Romanyayê.

Der barê mijarê de John Lubas ji CBS Newsê re wiha got: “Em amade ne ku her bostek ji axa NATO’yê biparêzin, me şiyanên bêhempa ji asman û alavên xwe yên esmanî anîne, em hêzek piyade ne, lê dîsa em hêzên xwe yê ezmanî bi xwe re tînin.”

Dema ku berava Deryaya Reş a Romanyayê ve ber bi bakur ve diçû, Black Hawk li cihekî operasyonê ya pêş daket ku hêzên amerîkî û romanyayî li wir tetbîkat dikirin.

Generalê Romanî Lulian Perdella jî ji CBS News re wiha got:  “Wateya rasteqîn a hebûna hêzên amerîkî li vir peyameke wiha ye; divê hevalbend beriya dijminan bigihên cihê ku tê xwestin li wir bin.”