spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bestayê jî birîna daran dest pê kir

Li herêma Bestayê ya Şirnexê, li 31 deveran di bin kontrola leşkeran de birîna daran dest pê kir.

Li herêma Botanê, di bin navê “ciwankirian daran” de bi fikarin ewlehiyê birîna daran didome. Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Çilnêmêjan ên Şirnexê 6 meh in di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan dar tên birîn. Heta niha bi hezaran darên temenmenzin hatine birîn. Darên tên birîn li derveyî bajêr tên firotin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, ji van herêman li Bestayê jî li 31 deveran darbirîn dest pê kiriye.

Herêmên ku darên wan tên birîn ev in: Girêsêvê, Baçûka, Çemê Mezin, Girêheliziyê, Şehrewan, Piştreşo, Keniyarengîn, Çalafileyan, Nizarê Kuştiyan, Keniya Kurta Dizan, Warên Şeref, Kemaloga, Zirvî, Deşt Kîxê, Piha, Girêgavan, Çêlêtehla, Nizarê Elî Sorkê, Nala Kitkê, Qaranîs, Cinîwer, Keniyamîr, Rîsor, Çemê Benê, Rêrêqut, Banga, Xaşîxan, Girêqirsîn, Bindarîn, Xargirê û Belûzê.

Berteka gundiyan a li dijî birîna daran

Niştecihên Dehlabî, Heştan û Zorovayê li dijî darbirînê li hev kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan. Ji niştecihên gundê Zorovayê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, diyar kir ku çi kirine jî nikaribûne pêşî li ber darbirînê bigirin û wiha axivî: “Dema îsal li van herêman dest bi birîna daran kirîn, em sê gund kom bûn û me bertek nîşan da. Lê leşkeriyê ji me re got, ‘hûn qebûl bikin û nekin jî em ê bibirin.’ Gotin, ‘Em ê nehêlin darek jî li Bestayê bimîne.’ Ji bo birîna daran bi keyayên guından re ji bo salekê peyman îmze kirine. Me ji Midûriyetên daristanê yên Rihayê û Şirnexê re daxwazname şandin, lê bê encam man. Hê darên ku par li Bestayê hatine birin dikişînin. Ew kesên ku tên li herêmê daran dibirin pîranî ji bajarokê Sêgirkê ne. Ev kes di bin ewlehiya cerdevanan de tên dibirin. Ji bo her traktorekî 3 cerdevan hatine peywirdarkirin. Cerdevan bi 200 lîreyî wan diparêzin. Ev darên ku tên birîn jî bi pêşengiya Hasan û Sûphî Babat ve tên birîn. Malbatên ku bertek nîşanî vê darbirînê didin, ev kes navê wan dide leşkeriyê û leşkerî jî li gel vê îxbarê pezê wan kesan ku li wan herêman diçêrin ji wir derdixe.”

Li Cûdî jî darbirîn didome

Her wiha hat ragihandin ku li herêmên Deriyê Çirçiro, Çalaneryan, Avreşka, Xera Pîno, Duguhka û Çalazêrê jî ji aliyê Cigîrê Lijneya Rêvebiriya Yekitiya Îxracatkarên Rojhilatê Anatolûyê Suleyman Cagli û Fahrettîn Adiguzel ku di kana komirê ya Suleyman Bolunmez de dixebite, di bin ewlehiya 30 cerdevanan de darbirîn dane destpêkirin. Hat gotin ku dê li şûna darên tên birîn kanên komirê bên çêkirin.