6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya KNK’ê serdana Tevgera Goran kir

Şandeya KNK’ê ya li Başûrê Kurdistanê serdana Tevgera Goran kir. Hevserokê KNK’ê diyar kir ku ew dixwazin di sed saliya Peymana Lozanê de konferansek lidarbixin û helwesta Kurd û Kurdistanê diyar bikin. Tevgera Goran jî ragihand ku çi erkek bikeve ser milê wan ew amadene.

Di 2’yê Adarê de şandeyek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan bi serokatiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus serdana Başûrê Kurdistanê kir. Serdanên şandeya KNK’ê ya ji bo aliyên siyasî li Silêmaniyê dewam dikin. Divê çarçoveyê de şandeya KNK’ê îro serdana Tevgera Goran kir.

Piştî civînê Hevserokê KNK’ê Ahmed Qeremus daxuyaniyek çapemeniyê da. Qeremus got ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dixwaze bi hestek nîştimanî û netewî dijî Peymana Lozên helwestek diyar nîşan bide.

Qeremus dibêje; “Peymana Lozên gelek zirar daye Gelê Kurd û Gelê Kurd jî vê peymanê qebûlnekiriye. Ji ber ku nunerên Kurdan di wê peymanê de nebûn, ji bilî vê îradeya gelê Kurd têde nebû. Nasnameya Kurdan jî di wê peymanê de hatiye redkirin. Emê îsal di sed saliya Peymana Lozanê de konferansek lidarbixin. Di konferansê de wê helwesta Kurd û Kurdistanê were diyarkirn, ji bo vê jî emê serdana hemû aliyên siyasî bikin. Li Hewlêrê jî emê bi hemû partî û rêxisitnên siyasî re bicivin.”

Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Bextiyar Umer jî derbarê serdana şandeya KNK’ê de axivî û got; “Tevgera Goran di nava KNK’ê de çalake, ev ji bo me erkek nîştimanî û netewî ye. Şandeya KNK’ê daxwazên xwe pêşkêşkir, em ê jî weke erkek netewî pêşwazî bikin. Wek Tevgera Goran çi erkek bikeve ser milê me em ê pêk bînin.”