Lîstikvanên Amedsporê ku gihiştin Balafirgeha Amedê, li derveyî balafirgehê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayretîn Altûn, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyat Ceylan û Gulistan Atasoy, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn û Dêrsim Dag, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran kesan karwanê Amedsporê bi dahol, zirne û govendê pêşwazî kir.
Di dema pêşwazîkirinê de girseyê strana “Dîren ha Diyarbekir dîren” bi yek dengî got û dirûşma “Amed bi we serbilind e” berz kir. Tîma Amedsporê, tevî konvoyeke bi hezaran wesayîtan pêk dihat, ber bi Tesîsên Şeyhmus Ozer ve kete rê.