3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Tevgera Goran kir

Şandeyek ji sazî û partiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silêmanî serdana Tevgera Goran kir. Piştî hevdîtinê li dijî dagirkeriyê banga yekhelwestiyê li partiyên kurd hat kirin.

Şande ji alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd, Nûnera Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li başûrê Kurdistan Lîman Şiweyş, Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Swêd, Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê, Fethula Husên, Hizba Demokrat Kurdî El Sûriye Hoşeng Derwêş pêk hat.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji aliyê berpirsên Tevgera Goran ve hat pêşwazîkirin û civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.

Piştî civînê Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd axivî û diyar kir ku civîneke girîng bi Sekreterê Tevgera Goran Emer û Tevgera Goran re hat kirin.

Çiyakurd got: “Me rewşa dawî ya Rojava û başûrê Kurdistanê nîqaş kir. Divê hemû helwest û nêzîkatiyên partiyên kurdî li dijî êriş û gefan yek be. Nêrînên me yek bûn û hevbeş bûn. Divê kes nebe hevkarên planên dagirkerî û dijminên kurdan.”

Tê payin ku rêzecivînên şandeya sazî û partiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li başûrê Kurdistanê dewam bikin.