3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lazim e tirk jî kurdî fêr bibin

Metin Yaşa

Nizanim xewn bûn an xeyal. Min ji hev dernexist. Dibe ku heqîqetek be gelo? Lê dizanim ku wekî avek herikbar bû. Xuyabû ew jî wek avê her herikîbû. Û rêya xwe çêkiribû. Di kîjan deşt newalan re, di kîjan lat û zinaran re derbas bûbû. Ji kîjan bîrê derketibû. Û di nava kîjan geliyan de  derbas bibû. Rastî çi kelem û astenga hatibû. Mirov bizanibe baş e. Yek di warê wijdanî de, dudu ji alî sincî ve, sisê ji bo îmanek kamil nebe nabe ye. Êdî tu dizanî, ew dizane, hûn dizanin. Ji bo zanînê tenê tu ew û hûn. Ne hewceye hûn zêde xwe biwestînin jî. Tenê li derdora xwe binêrin an jî mêze bikin  bes e. Ji bo fêrbûn û têgihîştina vê yekê. Ma jixwe feylezofan jî bi vî awayî nekiribû? Li xwezayê nêrîn li stêrka nêrîn (divê em livir bibêjin ya star) fêrbûn û dan hînkirin û hwd…

Em qala xwebûnê dikin. Yanî rojnameya kurdî. Ew jî dixwaze were heskirin wekî xîçik, wekî darek an jî wek gulekê. Lewre xwebûn wek gulê ye.

Mirov di nav bexçeyê xwebûnê de xwe di bihuştê de hîs dike û di nav bihuştiyan de. Divê her kurdek di vî warî de peywira xwe ya kurdîtî pêk bîne. Rojnameya Xwebûnê bixwîne. Bi xwişk û birayên xwe bide xwendin. Ez qala xwişk û birayê xwinî nakim.

Qesta min a vê yekê gelê tirk e. Her kurdek hewceye bi hêsanî  vê bibêje; “Em bi salane bi hev re dijîn û hêj jî em ê vê jiyana xwe bi hev re bidomînin. Lê divê hûn jî êdî zimanê me hîn bibin. Ji bo vê yekê jî lazime hûn li dewleta xwe mikur werin. Jê re bibêjin ‘Qedexeya ku te daniye ser zimanê xwişk û birayê me em qebûl nakin. Ya na tu yê me li hemberî xwe bibînî. Ji bo vê çendê jî çawa ku dibistanê me, televîzyonê me û hwd… hene divê yê wan jî hebin. Ne kêm ne jî zêde. Na îlakî zêdebûnek divê heq ewe ku ew jî yê xwişk û birayê me yî Kurd be. Lewre ev bi sed salane te wan bê maf hêştiye û zilmek dij mirovane pêk aniye’. ”

Zimanê her heyber û giyanawera heye û hemî jî bi zimanê xwe diaxivin. Ji zimanê xwe fedî jî nakin. Tu jî ji axaftina zimanê xwe fedî neke gelê me yê hêja. Em heryek divê ji rewşa heyî ku vaye vêga em têdene fedî û heya bikin. Bi wesîleya cejna zimanê kurdî em cejna we ya ziman pîroz û bimbarekî dikin. Zimanê me hebûname ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê