6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê kî vî zimanî rizgar bike?

Şêx Zelala Ji Fînê

Roja 15’ê Gulanê, bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Kurdî û Navenda Çanda Mezopotamya û HDP’ê ji bo 15’ê Gulanê li du navçeyên bajarê Stenbolê meş hatibûn organîze kirin. Ez jî beşdarî her du meşan bûm. Meşa navçeya Esenyurdê saet di 14.00’an de û ya Qertalê jî di seet di 17.00’yan de bû. Diyar e ku ew roj wekî cejna zimanê kurdî tê zanîn û ji aliye miletê me ve tê pîrozkirin. Miletê me berê, her dem bi bernameyên di nav çar dîwaran de îda/cejna zimanê xwe pîroz dikir. Lê vê carê tiştekî cûda kirin. Gelê me derket derve û li kolanên Stenbolê doza zimanê xwe kir. Gelek kurdên Stenbolê jî bi girseyî beşdarî vê çalakiyê bûn. Dirûşm û slogan û daxuyanî jî tenê ji bo zimanê kurdî bûn û bi dengekî bilind bûn.

Însanên me bi dehan dirûşmên wek; “Bê ziman jiyan nabe!”, “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” li her du qadan bûn. Hemû afiş û belavokên wan jî dîsa heman awayî bi kurdî bûn û behsa mafê zimanê kurdî dikirin. Stenboliyan bi dehan afişên wekî, “Dem dema zimanê kurdî ye”, “Bila zimanê kurdî bibe zimanê resmî û perwerdeyê”, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziwan cuye nêbena” daxwaziya fermîbûna zimanê xwe kirin.

Hevserokên Komeleya Lêkolînên Kurdî birêz Remziya Alpaslan û birêz Eyûb Subaşî jî bal kişandin ser xetere û girîngiya kurdiyê û daxwaziya fermîbûna zimanê me kirin.

Hevserokê HDP’ê yê bajarê Stenbolê birêz Ferhed Encu û wekîla HDP’ê ya bajarê Sêrtê birêz Meral Daniş Beştaş jî axivîn û di axaftina xwe de behsa qedexeyên eşkere-veşartî yên li ser ziman kirin. Gotin; “Çima di balafirgehan de bi zimanên wek îngilizî û erebî anons hene, lê bi zimanê 20-30 milyon kurdan anons tinin?”

Stenboliyan, hem bi daxuyaniyên saziyan, hem jî bi axaftinên serok û rêberên saziyan û hem jî bi afiş û sloganên xwe, tenê behsa mafê zimanê kurdan û behsa kurdiyê kirin. Di çalakiyê de ji xeynî heq û mafê zimanê kurdî behsa tiştekî din nehate kirin. Li Esenyurdê tu pirsgirêk derneket û çalaki çawa hatibû plankirin, wisa jî bi dawî bû. Li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Esenyurdê milet kom bûn û ji wir dest bi meşa xwe kirin. Bi sloganên xwe heya navenda Esenyurdê meşiyan. Li wir daxuyaniya xwe dan û dîsa heya ber deriyê avahiya partiyê meşiyan.

Mirovan li ber avahiya partiyê stranan gotin û govendê gerandin û paşê jî belav bûn. Mixabin li Qertalê polîsan destûr nedan ku kurd ji bo zimanê xwe heta navenda navçeyê herin. Ji ber vê yekê jî, mirovên ku hatibûn ba hev li Qertalê nemeşiyan û li cihê ku kom bibûn rûniştin. Li heman cihî daxuyaniya xwe dan û stranên xwe gotin û bi sloganên ku ji bo zimanê kurdî hatibûn amade kirin doza zimanê xwe kirin.  Ev aktivite ji bo kurdên Stenbolê tiştekî pir baş bû.

Cara ewil e ku kurdên Stenbolê ji bo zimanê xwe dadikevin qadan û doza zimanê xwe dikin. Heya niha tiştekî wisa nehatibû kirin û ji ber wê jî, ez jî tê de, hemî mirovên ku çûbûn her du qadan jî pir bi kelecanî bûn. Tev, bi hestên xwe yên herî saf û paqij û kurdewar û zimanhez hatibûn wir. Bi sedan polis, tevî wesayîtên zirxî li der û dora wan kom bibûn. Îhtimala fîşkirin û girtin û lêdanê hebû. Dîsa jî netirsiyan û bi serbilindî hatibûn.

Ji ber ku di bin tirs û xofê de hatibûn û bi dengekî bilind doza zimanê xwe dikirin. Dikarim bibêjim, kurdên ku herî zêde li ser zimanê xwe diêşin ev mirov in.  Bêguman, kurdên li ser ziman diêşin ne ew tenê ne. Lê yên li wir gelek tişt dabûne ber çavên xwe û hemû tişt kiribûn qurbana zimanê xwe. Wisa beşdar bibûn. Şikir tiştek nebû û miletê me awayekî baş û bi saxî û silametî vegeriyan malên xwe.Lê, ez dixwazim behsa mijareke pir girîng bikim.

Bila xelet neyê fêmkirin, di vê nivîsa xwe de behsa hemî kurdên ku ew roj li qadê bûn nakim. Lê, ji bo piraniya kesên li wir bûn dikarim van tiştên ku ez ê niha li jêr behsê bikim bibêjim.

Ewqas kurdên dilsoz û fidakar ku li ser rewşa zimanê kurdî diêşin li wir kom bibûn, lê mixabin wan kesan jî bi hev re bi tirkî diaxivîn. didan. Ez bi metroyê bi du hevalan re çûm cihê meşê û wan ciwanan jî bi hev re bi tirkî diaxivîn. Miletên ku li qadê kom bibûn bi hev re bi tirkî diaxivîn/diştexilîn/şore dikirn/xeber didan. Ciwanan bi hev re bi tirkî şore dikirin. Zarokên xwe anîbûn ku ew jî roja zimanê xwe pîroz bikin. Ev tiştekî pir baş bû. Bi vî awayî zarokan jî cejna zimanê xwe pîroz dikirin. Lê mixabin wan zarokan nikaribûn bi kurdî biaxivin.

Ji ber ku zarokên wan nikarin bi zimanê xwe biaxivin jî malbatan bi wan re bi tirkî deng dikirin. Min xwest ji bo qenala xwe ya Youtubeyê bi mirovan re biaxivim û pirsa hestên wan bikim. Min ji kê ji bo hevpeyvînê rica kiribe heman tiştî gotin. Gotin; “Bibore, kurdiya me qels e. Em nikarin bi kurdî biaxivin.  Em ne serbest û rihet in.” hwd…

Helbet, em nikarin ji bo dilsoziya wan tiştekî bêjin û li hemberî wan bêrêzîyê bikin.  Tev kesên welatparêz û zimanhez û dilsoz û fidakar bûn. Dilê tevan ji bo zimanê kurdî diêşiya ku di nava ewqas polîsan de û di bin sîya wan wesayîtên qirase û zirxî de jî diqîrîyan û doza zimanê xwe dikirin.

Belê dildar û xemxurên zimanê kurdî!!!

Kedkar û fidakar û kesên li ser ziman diêşin û dişewitin jî di vî halî de ne.  Hûn dibînin. Rewşa me ev e!! Em ê çi bikin?!  Em ê zimanê xwe çawa ji vê çala mirinê derxin û xilas bikin?!! Wê kî zimanê kurdî rizgar bike? Em ê zimanê kurdî çawa cardin bixin nava malan? Qet nebe navmala kurdên wisa dilsoz û zimanhez… Em ê zimanê kurdî çawa bikin zimanê zarokan? Qet nebe zarokên malbatên wisa fedakar berxwedêr…

Em ê ji bo parastina zimanê kurdî çi bikin ku zimanê kurdî dîsa bibe zimanê jiyana hemî kurdan?! Ji îro pê ve, ez bim, divê em ên xema ziman dixwin, ji berê zêdetir serê xwe li ser vê meselê biêşînin. Bi silav û hurmetên herî kurdewar.