5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bedel çi dibe bila bibe em ê destûr nedin dagirkeran’

Di 3’yê tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî ya Şengalê fermana 74’an pêk anî. Fermana DAIŞ’ê ya ku bi piştgiriya hin welatên pêk hatî bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Yekem hedefa DAIŞ’ê jî bû jinên êzidî. Jinên êzidî yê ku nehatin qetilkirin jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û firotin. Êzidiyên ku bi çarenûsa xwe re tenê hatin hiştin bi qirkirineke mezin re rû bi rû man.

Pêşmergeyên ku ji bo parastina civaka êzidî ji Şengalê re hatine şandin jî pişta xwe dan êzidiyan û reviyan. Di wê pêvajoya ku êzidî tenê hatine hiştin de hêzên HPG’ê û YPG’ê di navbera Rojava û Şengalê de korîdora jiyanê vekirin û civaka êzidî ji qirkirinê xelas kirin. Plan û armancên li ser  Şengalê de pûç û vala derketin. Li gel paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê di Şengalê de civaka êzidî hêzên xwe yên parastinê mîna YBŞ û YJŞ’ê avakirin.

Şengal a ku piştî demekî şûnde gihiştiye aramiyê careke din di 9’ê cotmeha 2020’an de beyî vîna wan di navbera Bexda û Hewlêrê de peymana Şengalê hat îmzekirin. Peymana ku bi piştgiriya Tirkiyeyê hatiye îmzekirin yek ji pêkanînên wê jî bû çêkirina diwarê di navbera Şengal û Rojava de. Diwarê ku ji 250 kîlmometreya pêk dihat bû sedemê nerazîbûnan. Hê ku nerazîbûn berdewam dikirin di êvara 1’ê gulanê de artêşa Iraqê êrîş birin li ser Şengalê. Lê ew plan jî bi berxwedana hêzên civakî vala derket.

Der barê ji nû ve avakirina Şengalê, sedem û armancên li ser Şengalê de û berxwedana jinên êzidî ya li hemberî êrişan de berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî  ji JINNEWSê re nirxandin kir.

Sebîha Sebrî diyar kir ku armanca çêkirina diwarê di navbera Şengal û Rojava de ew e ku Şengalê ji her çar aliyan ve dorpêç bikin û wiha axivî: “Îro deriyê ku di navbera me û Rojava de dixwazin bigirin. Bi giştî dixwazin derdora Şengalê dorbêç bikin û peymana 9’ê cotmehê pêk bînin. Îro girtina vî sînorî ne tiştekî ji rêzê ye. Çima li cihên din ê Iraqê diwan nehat çêkirinê? Çima di navbera me û rojava de hat dayin? Êzidiyên ku ji fermanê xelas bûn bi saya vî deriyê Rojava xwe xelas kirin. Di wî deriyî de şervanên azadiyê bi hawara gel ve hatin. Êdî dixwazin nefesa ku di navbera me û Rojava de dixwazin qut bikin û derdora Şengalê dorbêç bikin. Piştî diwarê hatiye dayin çima Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir? Ji ber ku hedef û armancên wê diyar in. Di sala 2017’an de dema ku şervanên azadiyê ji Şengalê di bin çavderiya Iraqê de derketin wê deme gotin, ‘Kengî êrîşek xeteriyek bê ser Şengalê em amadene ku hawara civaka Êzidî bên’ Ji ber vê jî armanca çêkirina vî diwarî jî ev bû. Diwar çêkirin û piştre jî êrîş kirin. Xuyaye ku wê di Şengalê de bi pêkanîna 9’ê cotmehê de bi israr bin.”

Berdevka TAJÊ Sebrî bal kişand li ser daxuyaniya Mesrûr Barznanî ya li ser Şengalê û got ku ew kesên ku îro van daxuyaniyên rûreş dikin wê hesab bidin û wiha berdewam kir: “Ew kesên ku bûne sedemê fermanê û heta niha jî ku bi hezaran jinên êzidî ku çarenûsa wan ne diyare beyî ku ji xwe şerim bikin û lêborîna xwe ji civaka êzidî bixwazin derdikevin pêşberî televîzyonan jî gef dixwin. Em baş dizanin ku ji sedemê êrîşên Iraqê yek PDK û yek jî dewleta Tirkiye ye. Tiştê ku dewleta tirk raste rast neke bi destê van dixwaze pêk bîne. Ew mirovên ku îro ji xwe şerm bikin çawa dibe ku radibin li ber ragihadinê gef dixwin. Em weke civaka êzidî bi taybet jî weke jinên êzidî dibêjin ev kes bila hesabê nepirsin,bila hesabê bidin me. Lê îro Artêşa Iraqê jî dibe lîstokên wan. Tişta ku ew dibêjin ne di berjewendiya gel de ye. Ji bo ku ew bûne amurek destê hin kesên din de wisa dikin. Nahêlin ku yêkitî û aramî di nav de gel çê bibe. Kesên ku biryara fermanê dane û Şengal teslimî DAIŞ’ê kirin ev kes bûn. Ê ku îro jî biryara êrîşkirina li ser Şengalê dide jî ev bi xwe ne. Bi her şêwazî dixwazin Şengalê vegerînin beriya 2014’an. Lê em ji wan re dibêjin,ev xewna we ye, êdî êzidî şiyar bûne û zane bûne. Êdî êzidî nayên lîstokên wan.”

Sebîha Sebrî di berdewama axaftina xwe de destnîşanî berxwedana jinên êzidî ya li hemberî êrîşan kir û wiha vegot: “Piştî fermana 2014’an de jinên êzidî li ser fikr û felsefeya birêz Ocalan careke din ji nû ve dîroka xwe vegeriyan. Ji nû ve dest bi jiyanê kirin. Ê ku herî zêde bedel dayîn dîsa jinên êzidî bûn. Ê ku di bazaran de hatine firotin ê ku rastî destdirêjiyê hatin jinên êzidî bûn. Ji ber vê yekê êdî fikr û felsefeya Ocalan ji me re bû çîrûskek. Li ser vê çîrûskê û xeta azadiyê me jî weke jin dest bi jiyanê kir. Êdî me xwe bi rêxistin kir. Ji bona ku bikaribin tola xwe ji dijmin hilînin û bikaribin rê li ber fermanan bigirin. Dema ku destpêkê me dest bi kar kirî hedef û armancên me jinên êzidî me bi vê yekê dest pê kir. Heger îro jinên êzidî li Şengalê xwedî helwest bin û xwedî nêrîn bin ev di oxira wan bedelên ku hatine dayin de çêbû. Ev ji hemû dijminên me re bersivek e. Wê jinên êzidî tu caran koletiyê û lîstokên li ser Şengalê qebûl nekin û civaka xwe teslîmî tu kesî nekin. Avakirina TAJÊ û parastina leşkerî YJŞ’ê jî hêviya hemû jinên êzidî ye. Îro di Şengalê de kar û xebat berfirehtir dibe û hejmara jinên tekoşer zêde dibe. Ji ber wê êdî jinên êzidî nebêçare ne. Êdî çi bibe bila bibe em ê koletiyê qebûl nekin û civaka xwe teslîm nekin. Heger îro berxwedana Şengalê û civaka êzidî hemû cihanê bihîstî be bêgûman bi saya jinên êzidî ne.”

Sebîha Sebrî bi lêv kir ku jinên êzidî wê tu carî Şengalê radestî hişmendiya dagirker û ya dijminane nekin û ev tişt got:” Artêşa Iraqê di dema me yên taybet de, bi taybetî jî nêzî cejnên me de êrîş dike. Bêgûman ev ji êrîşên DAIŞ’ê ne cuda ne. Piştî fermanê jî êrişên ku li ser Şengalê pêk hatin jî Artêşa Iraqê Şengalê de bû. Lê her carê pişta xwe dane êzidiyan. Ev civak di nava destê DAIŞ’ê de hat hiştin. Ev êrîşên li ser Şengalê berdewamiya peymana 9’ê Cotmehê ye. Hê niha jî peymana 9’ê Cotmehê pêk ne anî ne. Bêgûman bi berxwedanî têkoşîna jinên êzidî berdewam dike. Piştî hilbijartinên ku li Iraqê hatine kirin heta hikûmetek nehatiye hilbijartin. Bi giştî Iraqê de alozî û nakokî hene. Li Iraqê gelek cihan di heman demê de êrîşên DAIŞ’ê çêdibin. Niha bi giştî di Iraqê de cihê ku herî ewle Şengal e. Şengal bûye xwedî hêz û îrade. Ev jî bi saya fikr û felsefeya Ocalan çêbû. Êzidî jî nû ve dîroka xwe vegeriyan û ji nû ve dest bi berxwedanê kirin. Vê carê civaka êzidî hêza xwe afirand û  hêza xwe ya cevherî nîşan da. Îro di şexsê van hêzan de dixwazin civaka êzidî tune bikin. Ji ber wê jî divê civaka êzidî çavê xwe bike û spî û reş ji hev cuda bike.”