spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bestayê cerdevan daran dibirin

Li herêma Bestayê (ji navçeya Qilebana Şirnexa heta navçeya Berwarî ya Sêrtê diçe) û li qûntarê Çiyayê Herekolê talankirina xwezayê didome. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, birîna daran a li Bestayê ji aliyê berpirsyarê ‘Tîma Xençer’ a şebekeya sûc ku di şerê qirêj ê li dijî gelê kurd de tê bikaranîn, Zubeyîr Babat ve tê kirin. Hat hînbûn ku Babat jî birîna daran û birina wan a derveyî bajêr bi Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat dide kirin.

Hat diyarkirin ku birîna daran a li qadeke bi hezaran donimê tê kirin, amadekariya operasyoneke berfireh a li herêmê ye.

Darên tên birîn piştî ji aliyê cerdevanan ve bi traktoran li qadên rast hatin komkirin dû re li TIR’an tên barkirin. Bi dehan TIR’ên ku dar lê barkirî li kêleka rêya gundê Avgamasiya yê Şirnexê dema radiwestiyan hatin dîtin. Ji qurmên zexm ê li TIR’an hatine barkirin tê fêmkirin ku darên hatine birîn darên sedsalî ne. Kesên tev li dar birînê bûn, bi lêv kirin ku hatiye plankirin ku heta dawiya salê hemû darên li herêmê bên birîn.

Çavkanî Ajansa Mezopotamyayê