17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Santrala nukleerî ya “Zaporegia” bû metirsiyeke navdewletî

Piştî ku santrala nukleerî ya “Zaporegia”, ku mezintirîn santrala nukleerî ye li Ewropayê ye, rastî êrîşê hat, Ukrayna û Rûsyayê hev tewanbar kirin.  Konseya Ewlekariyê der barê talûkeya santrala nukleerî ya Zaporegia de civînek li dar xist. Di civînê de nûnerê Rûsyayê yê Neweyên Yekbûyî Ukraynayê tewanbar kir wiha got: “Ukraynayê bi êrîşî li nêzî santrala nukleerî ya Zaporegiayê cîhan nêzî wêraniyeke nukleerî kiriye.”

Ji aliyekî din ve nûnerê Ukrayna yê Neteweyên Yekbûyî jî Rûsyayê tewanbar kir û wiha got: “Rûsyayê bi êrîşa li dijî santrala nuleerî da çavên cîhanê ji ser êrîşên xwe yên rojane yên li ser gund û bajarên Ukraynayê bide alî û cîhanê bi vê santrala nukleerî mijûl bike.”

Bi her halî ew êrîş ji alî kîjan alî ve hatinbin kirin, bûn sedema metirsiyeke mezin a navdewletî.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyîî Antonîo Guterres  der barê vê êrîşê de wiha got: “Her êrîşek li ser navendên nukleerî xwekujî ye”.

Serokê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê, Rafael Mariano Grossi jî daxwaz ji aliyan kir ku “bi xwe karibin û xwe kontrol bikin ” her wiha teqez kir ku rewş gelşekî xeternake û wiha got: “Rewş bi lez ber bi xirabûnê ve diçe, û her Çalakiya leşkerî ya li derdora santralê, cîhanê dixe xeteriyê.”