2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Idlib, Ezaz, Cerablus û Babê li dijî dewleta tirk çalakî hatin lidarxistin

Doh bi şev li gelek herêmên ji hêla dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin; wekî Ezaz, Cerablûs, Idlib û Marê xwepêşandanên li dijî dewleta tirk hate lidarxistin. Xwepêşandêran nêzîkbûneke muhtemel a dewleta tirk  û hikûmeta Şamê şermezar kir, ala Tirkiyeyê şewitandin û dirûşmeyên banga derketina artêşa tirk ji herêmê, berz kirin.

Çavkaniyekî ji bajarê Ezazê ragihand ku leşkerên artêşa tirk gule li xwepêşandêran reşandin, di encamê de zarokek hate kuştin û hin xwepêşandêr birîndar bûn.

Hêrsa gel li herêmên dagirkirî berdewam e û bang tê kirin ku li dijî dagirkeriya tirk îro xwepêşandanên girseyî bên lidarxistin.

Li gelek herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne; weke Idlib, Ezaz, Cerablus, Marê, Rayî, Bab, Soran û Serêkaniyê bi dirûşme ‘Hilweşe Tirkiye û hilweşe desthiladarî” çalakî lidarxistin.

Çalakvanan bi parvekirinên medya dijîtal banga xwepêşandanên roja Înê kirin. Xwepêşandêran nehişt karwanekî dewleta tirk di ser rêya Efrîn-Ezazê re derbas bibe û bikeve Ezazê.

Her wiha hate diyarkirin ku çalakvanan bang kirine ku ala Tirkiyeyê li herêmên hatine dagirkirin hemûyan bê derxistin.