4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tu nexwî ez ê gazî polîsan bikim

Beriya demekê polîsên dewletê avêtin ser mal û saziyên rojnamegeran û di encamê de 20 rojnameger hatin binçavkirin û piştî 8 rojan di bin çavan de man 16 ji wan hatin girtin. Haya min ji bayê felekê tune bû, min xwest ku biçim serdana rojnameya Xwe[1]bûnê, lê ji min re gotin nebî nebî tu biçî wir, hundir tijî polîs in.

Min jî computera xwe da ser milê xwe û min berê xwe da taxa ofîsê , kolana Hunerê. Li wir ez çûm kafeya dostekî xwe.

Hîna serê sibehê ye ji bilî çîk çîka dengê çivîkan dengê tiştekî nayê. Min dît dostê min jî bi tena serê xwe li kafeya xwe rûniştiye û xebatkarên wî jî amadekariya taştêya xwe dikin.

Xwediyê kafê Kekê Seîd bi kêfxweşî pêşwaziya min kir û got were xesiya te ji te hez dike, wextî taştêya me amade bibe. Min got xuyaye îro ji min hez nake ji ber beriya ku werim vir min zikê xwe da ber şorbê.

Welhasilî ez serê we neêşînim min jê re hal û meseleya serdagirtina polîsan got û sedemê hatina xwe ya kafêyê jî pêve girêda.

Hîna em li sohbetê germ nebûbûn, kurê wî taştê anî danî ser maseyê. Min li xwe da ku rabim ser maseyeke din û pê re min got heyra hûn rihet taştêya xwe bixwin, min nû şorbe xwariye.

Kekê Seîd tiliya xwe ya eşhedê li min hejand û got ez ji te re dibêjim rûne. Ez ji mecbûrî rûniştim, kurê wî jî hate tenîşta min û dest bi taştêya xwe kirin. Min jî xwe bi telefona xwe mijûl kir.

Hema min dît Seîd rahişt telefona xwe û got: Ez ji te re dibêjim bixwe, tu dibêjî min şorbe xwariye. Welehî ku tu nexwî ez ê vêga li polîsan bigerim û bêjim vaye yek ji wan rojnamegeran li vire û ji ber hûn li rojnameyê bûn ew nehatiye wir. Bi qesem ez ê bêjim ev serkêşê tevan e.

Di nava henek û rastiyê de terqînî ji dilê min hat. Ez dizanim ku Seîd ji bo serpêhatiyekî wî ya wiha derkeve holê dikare bi rastî jî li polîsan bigere û gazî wan bike. Lewre jî kes nikare teqez bike ew henekan dike yan jî rast dibêje. Henekan jî bike ji bo ku hene[1]keke xweş li serpêhatiyên xwe zêde dike, dikare bi rastî gazî polîsan bike. Tu sûcek min tune be jî dikarin çend rojan min di bin çavan de bihêlin.

Ji neçarî min hêdî destê xwe avêt gezek nan û piçek qelî xiste nava nan û hêdî hêdî kurkusand. Ew jî li min dinêre û di bin sim[1]bêlan de dikene.

Dilê Seîd hênik nebû got ka çayekê bînin û pê re dîsa gef li min xwarin û got welehî ez li polîsan digerim ha min aciz neke. Werhasilî roj roja wî bû. Îca min xwe bi xwe ji xwe re got; hey dîno ma çi ji te re lazim bû ku tu behsa polîsan û serdagirtinê bikî, te bigota dostê hêja min bêriya te kiribû û ez hatime serdana te.

Ma wiha ne çêtir bû ku xwe bidî destê Seîd. Bi her halî henek li aliyekî di nava 16 rojnamegerên ku hatin girtin de 2 rojnamegerên Xwebûnê jî hebûn û ev 2 meh di zindanê de ne. Rojname bêyî wan xalî bûye, min gelekî bêriya keftelefta Mihmed Alî û henekên Zeynel kiriye.

Hemû rojnamegerên ku hatine girtin ji bilî, rojnamegeriyê tiştekî din nekirine lê rojnamegeriya wan ne li gorî dilê desthilatdaran e. Rojnamegeriya wan li gorî derwêşiya li pey rastî û heqîqetê ye û ji ber ku desthilatdarî ji rastiyan ditirse ev operasyon li dijî wan pêk aniye.