9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzefilmek ji dîroka nêz: Tava Sor

Alî Guler

Kurd êdî bi xwe behsa dîroka xwe dikin. Pirtûk dinivîsînin, sînema çêdikin û şano amade dikin. Rêzefilma Tava Sor jî ji van berheman yek e. Ev rêzefilm behsa zilm, kuştin, êrîş û berxwedana li dijî van kirinan dike. Parçeyek ji dîroka me ya nêz e. Ev rêzefilm, bi her awayê bûyerên hilweşandina bajarên bakurê Kurdistanê dike û tîne ser berdeya spî.

Tava Sor, her heftê roja sêşemê di Stêrk Tv de seat di 8’ê êvarê de tê ser ekranê. Ev rêzefilm li Rojava tê kişandin. Çekêrê vê berhemê jî ji aliyê Komîna Film a Rojava tê amadekirin. Senaryoya rêzefilmê ji aliyê Ehmed Tahîr ve hatiye nivîsandin. Di derhêneriya rêzefilmê de jî îmzeya Nûman Yîgît heye. Tava Sor, bi giştî 12 xelek e. Heta niha 9 xelek hatîn weşandin. Zimanê rêzefilmê bi giştî kurdî ye.

Komkujiya li Cizirê

Cizîr, Sûr, Nisêbîn jî di nav de gelek bajar hatin hilweşandin, bi sedhezaran însan ji cih û warên xwe hatin sirgunkirin. Dîsa bi hezaran ciwan hatin qetilkirin. Di jêrzemînan de ciwan hatin şewitandin, zarok li kolanan hatin kuştin.

Tava Sor behsa van bûyeran dike. Ev behrem bi giştî bûyerên salên 2015- 2016 li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê qewimîbûn digire dest. Di rêzefilmê de ne tenê bûyer û mijarên aşkera bûne û di raya giştî de tên zanîn tên destgirtin. Wan salan û beriya wê li heremê çi qewimiye, bûyerên pişt perdê, têkiliyên dewleta kûr û siyaseta dijî kurdan bi awayekî vekirî mirov dikare di Tava Sor de bibîne.

Berxwedana Rojda ya li dijî zilmê

Di rêzefilmê de ya herî balkeş bêguman li dijî van îşkence, lêden û zilmê berxwedana ciwanan e. Ciwanên kurd li bajar û kolanan dikevin nava liv û tevgerê parastinan kolanên xwe dikin. Di vir de karekterên gelek balkêş jî dertên pêş. Fermandar Rojda temsîliyeta berxwedanê dike. Jîr û xwedî helwest e. Dîsa karekterê rojnemeger Nesma Ilyas (Zîn) em gelek zêde dibînin.

Zîn rojnemegereke fedekar û zîrek e. Ji bo rastiyê gelek bi cesaret e. Ji ber vê yekê jî gelek caran dibe hedef. Lê tu carî paşde gav navêje. Karektera Mizgîn Agirî (Sînem) ji temsîliyeta dayika kurd dike. Serbilind, xwedî helwest û berxwedêr e.

Di Tava Sor de bêguman gelek karekterên cuda cuda hene. Bi kurtasî berxwedan, sixurî, kuştin û fedekarî di nava hev de hatiye honandin.

Di diyalogên rêzefilmê de rexne, rexnedayîn rê û rêbazên tekoşîna li dijî van komkujiya jî hatiye nîşandin.

Di rêzefilmê de di warê estetîk û herikandinê de gelek kêmasî jî hene. Qelsbûna senaryo û lîstikvaniyê di vî warê de mînak e. Sahneyên şer gelek zêde ne û ji lîstikvaniyê û guftûgoyan de bêhna arabeskê tê. Ev aliyê kêmasiyê ne.

Tava Sor berhemek giranbuhaye

Lê bi rastî di warê sinematografî de gelek serkeftî ye. Derhenêrê dîmenan Cemîl Murad di Tava Sor de karek gelek baş derxistiye holê. Hilbijartina şûnwar, avakirina plato, sahneyên şer, bikaranînan kamera gelek serkeftiye, rengek cuda dide rêzefilmê. Her çiqas kemasî û qelsbûn hene jî Tava Sor berhemek gelek serkeftiye. Hem di warê sinematografî de hem jî di ware prodûksiyonê de. serkeftiye. Bi taybetî sînemevanên Rojava bi giştî kurd divê zêdetir bala xwe bidin ser film û rêzefilmên bi vî rengî. Dîroka xwe bi xwe qeyd bikin.

Ji bo dîroka nêz ev berhemek gelek baş û serkeftiye. Bîranîn e. Ji bo nivşê nû, derbaskirina dîrokê berhemên bi vî rengî giranbuhan e. Ya herî girîng ew e ku kurd êdî dîroka xwe bi xwe dinivîsinin, dikin film û derbasî rûpelên dîrokên dikin.

Tava Sor berî her tiştî di vî alî de girîng e. Divê berhemên wisa zêdetir bin. Kurd bi xwe dîroka xwe bikişînin. Komûna Film a Rojava jî ev salên dawî gelek karê baş dike