Dewleta Îranê, bi hinceta ku tev li çalakiyên ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî bûne, cezayê darvekirinê li gelek kesan dibire. Şaredariya Parîsê li dijî van biryarên hikûmeta Îranê yên darvekirinê derket û piştgirî da xwepêşanderan.
Şaredariyê, bi fransî dûrişmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ û bi Îngilîzî dûrişmeya ‘Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin’ bi ronahiyê li ser kûleya Eyfelê nîşan da. Ev her du dûrişme wê du rojan li ser kûleyê bimînin.
Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo, di meha cotmehê de hemwelatîbûna fexrî dabû Jîna Emînî ya ku hatibû kuştin.