9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariyê ji bo berjewendiyên malbatî bikar tînin

Şaredarê AKP'î, li şaredariya Gîteyê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê îhaleyên bi milyonan lîreyî daye şîrketên cîgirê şaredar, midûrê nivîsgehê û zarokên wan.

Li Şaredariya Bajaroka Gîteyê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, Şaredarê AKP’ê Nadir Tosûn ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de dîsa bûye namzet û zarokên rêveberên din ên şaredariyê zarokên xwe xistibûn kar . Der barê Şaredariya Gîteyê de bûyereke sosret a din derket holê.

Li gorî nûçeya nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê  Omer Akin, piraniya îhaleyên ku heya niha li Şaredariya Gîteyê hatine çêkirin, şaredariya piraniya wan daye Cîgirê Şaredar Mahmût Yagiz û Midûrê Nivîsgehê Sekvan Yîgît û zarokên wan.

Bi van îhaleyan bi milyonan lîre ji kaseya şaredariyê ketiye bêrîkên van kesan û zarokên wan.

Xwediyê şirketê midûrê nivîsgeha şaredariyê ye

Dema ku îhaleyên di Platforma Kirînên Gel a Elektronîkî (EKAP) de bên lêkolînkirin, dê bê dîtin ku fîrmaya herî zêde îhale ji Şaredariya Giteyê wergirtiye Yenidoğa ye. Xwediyê vê şîrketê jî Midûrê Nivîsgehê yê Şaredariya Gîteyê Sekvan Yîgît e.

8 îhale bi 5 milyon û 497 hezar TL

Îhaleyên ku şîrketa Yenidogayê wergirtine û di Rojnameya Ticaret Siciliyê de hatine weşandin wiha ne:

* 23 Tebax 2017, îhaleya karê dîwarê îstînatê: 170 hezar TL

* 19 Kanûn 2017, îhaleya betonkirina qada gogê ya Dibistana Navîn a Şehît Ercument: 80 hezar TL

* 30 Cotmeh 2018, îhaleya karên binesaziyê: 416 hezar TL

* 25 Hezîran 2018, îhaleya karê kevirên parkeyî: 186 hezar TL

* 20 Kanûn 2018, îhaleya stendina amûrên ji bo karkerên înşeatê: 962 hezar û 200 TL

* 15 Sibat 2019, îhaleya ava vexwarinê, karê qenalîzasyon û kevirên parkeyî: 2 mîlyon û 594 hezar û 531 TL

* 12 Kanûn 2020, îhaleya stendina kevirên parkeyî: 448 hezar TL

* 6 Nîsan 2022, îhaleya stendina çîmentoyê: 640 hezar TL

Îhale dane kurê cîgirê şaredar

Şîrketeke din a ku îhale ji şaredariyê girtine jî şîrketa Dogancanê ye. Xwediyê vê şîrketê jî Lezgîn Yagiz, kurê Cîgirê Şaredar Mahmût Yagiz, e.

Îhaleyên ku şîrketa Dogancanê wergirtine û di Rojnameya Ticaret Siciliyê de hatine weşandin wiha ne:

* 17 Mijdar 2019, îhaleya ji bo qada gogê ya vekirî bibe ya girtî: 370 hezar TL

* 13 Kanûn 2019, îhaleya çêkirina 2 qadên fûtbolê: 107 hezar TL

* 30 Cotmeh 2020, îhaleya asfaltê: 385 hezar TL

* 15 Kanûn 2022, îhaleya çêkirina dîwarê îstinatê: 730 hezzar 900 TL

Ji bo heman şirketê îhaleya bi rêkûpêk

Ji şîrketên herî zêde îhale ji şaredariyê girtine yek jê jî şîrketa Saramê ye. Xwediyê vê şîrketê jî Mehmet Salih Tunç e.

Îhaleyên ku şîrketa Saramê wergirtine û di Rojnameya Ticaret Siciliyê de hatine weşandin wiha ne:

* 18 Nîsan 2014, îhaleya karê qenalîzasyona Taxa Vatanê: 399 hezar TL

* 21 Nîsan 2015, îhaleya qenalîzasyonê: 448 hezar 500 TL

* 20 Adar 2017, îhaleya çêkirina rê û binesaziyê: 2 mîlyon û 258 hezar û 978 TL

* 4 Kanûn 2019, îhaleya stendina betona C25: 258 hezar û 150 TL

* 17 Tîrmeh 2021, îhaleya boriyên SN8 korige: 497 hezar û 500 TL

* 17 Gulan 2022, îhaleya taximê loxerê: 643 hezar TL

* 25 Gulan 2023, îhaleya boriyên SN8 korige: 697 hezar TL