Erdheja ku li navenda navçeya Bazarcixa Mereşê ku pileya wan 7,7 û 7,6 bû xusareke mezin da 10 bajaran. Li bajara Semsûr ya ku ji wan bajaran yeke li navend û gelek navçeyê wê de bi sedan avahiyên pirkat hilweşiyan. Gelek avahî û dikanên welatiyan xusarên giran dîtine. Piştî erdhejê gelê Amedê birînên xwe bi xwe dipêçin û ji bo alikariya bajarên derdor seferberî dan despêkirin.
Şaredariya Çinarê ya ku hevserokên wê Salîme Fîdan û Bedrî Kaya ne li navenda Semsûrê konê alikariyê veda. Şaredarî her roj ji bo 5 hezar kesan sê dan xwarin belav dike.
HDP birinên gelan dipêçe
Hevserokê Şaredariya Çinarê Bedrî Kaya di derbarê alîkariya ku dane despêkirin de wiha got: “ Em gelê Semsûrê qet bi tenê nahêlin û heta derfetê me rê dide em hewil didin ku her roj sê dan xwarinê li hemwelatiyê xwe belav dikin. Divê em bi yekitiyekî xurt birinê gelê xwe bipêçin.”