spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TEV-DEM: Hikumeta Şamê nahêle tu alîkarî werin pêşkêşkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariyên mirovî yên ji bo mexdûrên erdhejê yên li Helebê re amade kiriye, Hikumeta Şamê nahêle di deriyê Tayihe yê Minbicê re derbas bibin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di derbarê erdhêja ku di 6ʹê Sibatê çêbibû de daxuyaniyekê da rayaya giştî. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hikumeta Şamê deriyan li ser hesabê qurbanî û mexdûran polîtîze dike û nahêle tu alîkarî werin pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyekê de hate gotin: “Di qeza û felaketên xwezayî yên bi êş, mîna erdhejan de hestên civakê derdikevin pêş. Li ser vê yekê civak bi hemû beşên xwe însiyatîfên mirovî li dar dixin, desteka manewî, exlaqî û mirovî ji bo mexdûrên erdhejê û çi karesatên din ên mirovî bin pêşkêş dikin.

6ʹê Sibatê mirovahî li ser qêrîn û nalîna jin, zarok, kesên bi temen û tevahî civaka ku rastî erdhejeke pir dijwar hat, şiyar bû. Di encama vê erdhejê de bajar bi temamî wêranbûn, avahî qelişîn ku êdî jiyan tê de nabe. Ji ber vê yekê şênî tevî mercên giran ên zivistanî berî didin qadên giştî yên fireh û vala. Tunebûna alavên pêwîst ên xizmetguzarî bû sedema ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. Ji ber paşguhkirin û xemsariya hikumetan a li hemberî civakan hîna piranî qurbanî di binê kavilan de mane. Ev yek isbat dike ku hikumet xwe berpirsyar nabîne.”

Niyeta hikumeta Şamê siyasî ye ne mirovî ye

TEV-DEM diyar kir ku ruxmî bangên alîkariyan ên ji bo mexdûran re hikumeta Şamê tevnagere, lê li ser hesabê qurbanî û mexdûran alîkariyan polîtîze dike.

Di beşekî din ê daxuyaniyê de hate gotin: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji beriya çend mehan ve, alîkariyên mirovî ku ji karwanên barhilgirên sotemeniyê pêk tê, ji bo herêmên wêrankirî yên Heleb, taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê yên dorpêçkirî şandine. Lê tevî rewşa karesatî jî niyeta hikumeta Şamê siyasî ye, ne mirovî û nîştimanî ye. Hikumeta Şamê rê û deriyên sînor alîkariyên ku ji bo gelê Sûriyeyê re têne şandin, digire.”

TEV-DEMʹê nêzîkatiyên hikumeta Şamê şermezar kir û wiha domand: “Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Hikumeta Şamê nahêle kamyonên alîkariyê ji bo mexdûrên ku pêwîstiya wan pê heye, derbas bibin.”

TEV-DEM, di serî de NYʹyê, bang li hêzên navneteweyî, tevahî rêxistinên sivîl û navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin bila tevahî deriyan veke û bêyî astengî bihêle alîkarî derbasî herêmên navborî bibin.