3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şayesa lehengên romanan

Nivîskar, an jî bi wateya babeta me ve “romannivîs”, mirovine nû ava nakin ; ew ji bo berhemên xwe kesan ava dikin ; çavdêriyan berhev dikin û li gorî wan çavdêriyên xwe, kes û lehengan ji bo romanên xwe ava dikin.

Di her çîrokê de kesên sereke hene ku bûyer û çîrok li dora wan digerrin ; ew kes bi kesine din re jî di peywendiyê de ne. Ew “mirov” in û divê ji bîra me neçe ku di nava xwe de taybetmendiyên civakî, derûnî û carinan jî îdeolojîk yên beşekî mirovan temsîl dikin.

Nivîskar, an jî bi wateya babeta me ve «romannivîs», mirovine nû ava nakin; ew ji bo berhemên xwe kesan ava dikin; ji bo vê, berî her tiştî çavdêriyan berhev dikin û li gorî wan çavdêriyên xwe, kes û lehengan ji bo romanên xwe ava dikin. Ew jinên arîstokrat ku Stendhal behsa wan dike, ew Madame û Monsieur’ên ku Proust wan bi me dide naskirin, ew mirovên tebeqeya jêrê ku Dostoyevskî wan bi ruh û can dike, hemû jî rast in, lewre li gorî çavdêriyên rastîn hatine avakirin.

Di Nameyên Proust de, em dibînin ku jinek jê re dinivîsîne û jê dipirse ka gelo bi rastî jî jineke nava romana Proust a bi navê Lêgerîna li pey dema wendakirî ji wê bi xwe hatiye an na. Proust jî jê re dibêje ku tiştekî weha tuneye, lê gellekî asayî ye ku leheng bişibin kesên rastîn, lewre ew ji çavdêriyên giştî peyda bûne. Heman pirs tim ji Orhan Pamuk jî hatiye kirin. Di pirtûka Romannivîsê saf û dilovan de, Pamuk dide zanîn ku herkes ji wî dipirse ka gelo Reşo (Navê Min sor e) an Kemal (Muzeya Masûmiyetê) nivîskar bi xwe ye an na. Orhan Pamuk dibêje “Ez ne Reşo me, ne jî Kemal im, lê belê ez ê nekevim hewla ku bi xwendevanên xwe bidim bawerkirin ku ez ne ew im”.

Hingê, leheng ji çavdêriyên nivîskaran yên li ser mirovan tên avakirin. Lê belê, em portreya lehengên nava romanekê nikarin tavilê nas bikin. Hebûna bûyerên cuda û kesên cuda, divê alîkar be ji bo naskirina çîroka sereke û herweha ji bo naskirina lehengan jî ; lewre leheng di nava çîrokê re tên naskirin : bûyerên ku tên serê wan, helwêstan li cem lehengan ava dikin. Xwendevan bi vî awayî lehengan nas dikin. Helwêst, diyalog, monolog, rojnivîsk, şayesa tîp û tevgerên wan, alîkariya nasandina lehengan dikin û wan dikin weke kesên rastîn.

Leheng bandorê li bûyer û çîrokê dikin û helwêstên wan jî di nava çîrok û bûyerên cuda de diguherin ; teva şayes, giyan, tevger, diyalog û monologan ve bi ruh û can dibin ; weke mirovan, nakokiyên wan jî hene, başî û xerabî, xurtî û lawazî li cem wan jî hene. Ew carinan mîna Ullysesê Homeros (Odyseus) çalak in, carinan jî mîna Meursaultê Albert Camus (Biyanî) an jî Berdamuyê Céline (Sefera dawiya şevê) dibin antîleheng weke kesên ji rêzê, lewre ew jî mirov in, an jî teyisîneke mirovan in.

Herkes ne mecbûr e ku mîna Don Kişotê Cervantes ji civaka bilind were. Di jiyana me de, bêtir kesên ji rêzê hene û yek ji sedemên qeyrana romana klasîk jî rexneya li ser lehengan bû ku tim dihatin îdealîzekirin.

Lê ev yek bi romana modern ve hate şikandin ku haveynê wê di sedsala 19’an de, li cem Victor Hugo û Flaubert û Dostoyevskî xuya bûbû. Divê em bi bîr ve bixin ku romana rûsî jî bi bandora romana fransî ve bi pêş ve ketiye. (Weke mînak Anna Karenîna ya Tolstoy gellekî dişibe Madame Bovary a Flaubert).

Hingê têgihîştina lehengên sereke ji dewra klasîk heta bi romana modern ve guheriye û leheng ji bircên krîstal daketiye nava gelê ji rêzê.

Herçî lehengên alîkar in, ew ne xwedan rolên sereke ne, lê belê hebûna wan çîrokê baştir û zelaltir dike. Hilbijartina van lehengên alîkar ne belasebeb e. Ev lehengên alîkar bêtir bi taybetmendiyên giştî ve ava dibin û tîp in û temsîla beşekî civakê dikin; weke mînak, xwişk, bira, heval, cîran, dost, neyar, hezkirî, an jî kesên nava qerebalixiya civakê, weke dikandar, bijîjk, bazirgan, qumarbaz, gundî, xwende û nexwende û hwd.. Gava ku di bûyeran de çalak bin û bandorê dikin, hingê ew jî xuya dibin.

Leheng piştî bûyeran alava sereke ye. Di dewra klasîk de, hemû bûyer û kes li dora lehengê sereke digerriyan, lê êdî berovajî ye û leheng di nava wan de û bi wan ve heye. Berî vekirina pirtûkê, leheng hê nîne, ne xuya ye. Di ber pêşketina bûyerên çîrokê re, leheng jî zelaltir xuya dibin. Em ji vê re dibêjin « bandora lehêng “, lewre ew di ber xwendina çîrokê re hem zelaltir dibin û ava dibin û hem jî bandorê li çîroka navendî dikin.

Berî her tiştî, di naskirin û nirxandina lehengan de divê portreya fizîkî û portreya psîkolojîk bi wan re xuya bibe.

Beşên ku şayesa lehêng dikin, alîkariya mirov dikin ku mirov wan nas bike; yanî, her hûrgiliya li ser lehêng divê weke alaveke nasnameya wî werin nirxandin ku em ji vê re dibêjin “alavên rasterast.

Lê lehengek, tenê bi şayesan ve xuya nabe. Ji bo naskirina lehengan divê mirov bala xwe bide tiştên ku ew dikin, tiştên ku ew lê difikirin û tiştên ku ew dibêjin ku em ji van re dibêjin “alavên nerasterast”.

Hemû tevlêbûyin û xuyabûna lehêng ya nava bûyerên romanê, hingê diyarker in: kengî û çiqasî tev li bûyeran dibe? Li gorî hejmara rûpelên ku ew tê de xuya dibe, girîngiya rola lehêng jî aşkere dibe. Hingê, mirov di ber çîrokê re bala xwe dide xetta vegotina lehêng jî: rewşa destpêkê, bûyerên girîng ku tên serê wî, biryardariya wî, şiklê tevlêbûyina wî û bandora wî a li ser bûyerên çîrokê û rewşa wî ya dawîn

Girîngiya lehêng li gorî danberheva bi lehengên din re xuya dibe û wî dike lehengekî sereke an lehengekî alîkar.

Mirov bala xwe didiyê ka gelo bi kîjan lehengên din re xuya dibe, weke jin û mêr, an hezkirî, an di nava komekê de; lewre tevger û rola nava koman herweha ji bo naskirina lehengan û kesan diyarker e.

Mirov bala xwe dide kirdeyên bûyeran; kî alî lehengê sereke dikin, kî li dijî wî ne, leheng çi dike? çi dibêje?, pêşî şayesa ku di nava çîrokê de hatiye kirin, bi dû re, li gorî bûyeran û axir li gorî kesên din, li gorî fikrên hundurîn û monologan, li gorî diyalogan, li gorî bandora wî ya li ser bûyeran û li gorî bandora ku bûyer li wî dikin.

Lawaziya hin romanên hemdem ew e ku lehengan bi tenê ji aliyê vebêjeran ve dibêjin û bi awayekî bêsebiriyê ve rêyê li ber xurtbûyina lehengan digirin. Gellek caran jî vebêjer ji bîr dikin ku leheng weke mirovan pirhêl in. Heger em bala xwe bidin pîvanên naskirin û avakirin û nasandin û herweha nirxandina lehengan, ku me li jorê behsa wan kir, em ê bibînin ku leheng di nava bûyeran re, li gorî tevger û helwêstên xwe û herweha li gorî kesên din diyar dibin. Lehengên dewlemend û xurt di nava tevlêbûyineke çalak de ne.

Em mînakekê ji pirtûka “Bîranînên Mala Miriyan” ya Dostoyevskî bidin.

Di devereke pirtûkê de, gava ku behsa mirovên forsa yên nava kampên Sibîryayê dike, dibêje “li wira ji her celebî mirov hebûn”.

Ev hevok dikare temsîla hemû wêjeya rûsî û ya Dostoyevskî bike. Lewre rasterast behsa wêjeyê û cîhana romanê dike. Ji xwe, “li wira ji her celebî mirov hene”. Di nava her mirovî de jî gellek mirov hene ku bi tenê nivîskarên mezin bi vê rastiyê hisiyane.

Di vî beşê jêrê de em ji şayesa kesekî nava romanê bi wê de, herweha hestên vebêjêr yên li ser wî kesî jî dibînin. Ji şayesa derveyîn ber bi nêzîktêdayina kesên din yên li ser wî jî diçe. Ew kes ji derdora xwe nehatiye şuştin, di nava wargehekê û komeke kesên din de hatiye şayesandin ku ev jî mînakeke baş e ji bo şayesa kesan ya digel têkîliyên bi dorholê re. Lewre kes li gorî derdorekê tên avakirin da ku bişibin kesên rastîn ku yek ji serkevtinên wêjeya rûsî ye û wan kesan bêtir nêzîkî rastiyê dike.

Di mînaka jêrê de, di nava diyalogan de, em herweha dibînin ku şayesa nava axavtinan nîne. Diyalog beyî ravekirina tevgeran pêk hatiye ku şêwaza şanoyên klasîk tê de bandorker e. Ev şêwaz bi romana modern ve di despêka sedsala bîstan de hate xurtkirin û tevgerên kesan bêtir li nava diyalogan hate bicîhkirin.

Beşê şayes û xuyabûna Sîrotkîn ji

Bîranînên Mala Miriyan

“Di destpêka mahkûmiyeta min de, girtiyekî ciwan yê bi rûyekî lihevhatî gellekî bala min kişand. Navê wî Sîrotkîn bû; yekî weha bû di gellek waran de kesekî seyr bû.

Taybetmendiyên wî bi min ecêb hatibûn; temenê wî ji bîst û du sê salan zêdetir nebû û di beşê girtiyên taybet de bû, yanî mahkûmiyeta daîmî dabûnê; yanî diviya hayê me jê hebûya ku ew yek ji sûcdarên leşkeriyê yê herî xeternak bû. Kesekî kubar û aram bû; hindik dipeyivî û kêm dikeniya. Çavên wî yên şîn, rûyê wî yê paqij, porê wî yê zerê vekirî dilovaniyeke weha bi mirov re çêdikir ku serê wî yê kurkirî jî nikaribû neyiniyek bianiyaya bîra mirov.

Digel ku qet nedixebitî jî carê kêm bûya jî perenin diketin destên wî. Weke mînak, tiral bû û li xwe nedinerî. Heger hinan kirasekî sor bidaya wî, ne mîna ku kincine wî yê nû hebin tev digerriya, guh nedida lixwekirinê. Venedixwar, bi qumarê nedilîst û qet bi girtiyên din re nediket pevçûnan. Tim dest di bêrîkan de digerriya û diponijî. Li çi difikirî, nizanim.

Çi gava ku hinin pê re bipeyiviyana, xemsar bersiv dida û bi çavine weha nayif dinerî ku te digot qey zarokekî deh salî ye. (…) gava ku hinan henekên xwe bi wî dikirin, -gellek caran weha dikirin-, pişta xwe dida û wan û bi dûr diket. Gava ku zêde qerfên xwe bi wî dikirin, rûyê wî sor dibû. Min ji xwe dipirsî ka gelo ji ber çi sedemê ew hatiye mahkûmkirin.  Rojekê gava ku ez li nexweşxaneyê bûm, ew jî ne li dûrî min veketî bû. Min peywendî pê re danî û me sohbet kir. Ji min re bi xemsarî behs kir bê çawa bûye leşker, bê çawa dêya wî bi giriyî ew bi rê ve kiriye û çi êş û azar kişandine li leşkeriyê. Got ku fêrî vê jiyanê nebûye, lewre herkesî tahde li wî kiriye û ew êşandiye û serbazên wî qet ji karên wî dilxweş nebûne.

3 Lê çima tu şandin vê derê? Mala min şewitî, Sîrotkîn!

3 Ya rast, Aleksandre Petrovîç. Ez salekê tenê li leşkeriyê mam. Paşê ez hatim mahkûmkirin, ji ber ku min serbazê xwe kuşt ku navê wî Grigory Petrovîç bû.

3 Erê, min ev çîrok bihîstibû. Lê te çawa ew kuşt?

3 Heçî tiştên ku ji te re hatine gotin, rast in. Jiyan ji bo min gellekî dijwar bû.”

3 Notên dersa Wêje û Rexne ya bernameya masterê li Zanîngeha Kobaniyê, 11.06.2023