6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dildareke berxwedana Kobanê: Kader Ortakaya

Di 15’ê cotmeha sala 2014’an de hemû cîhan bû şahidê berxwedaneke bêhempa. Destê her kesê/î li ser dilê wan çavên wan li vê berxwedanê bû. Wê rojê çekdarên terorîst yên DAIŞ’ê êrîş birin ser Kobanê. Bi vê re êrîş birin ser hemû nirx, maf, can, mal, hebûn û her cure xweşikiyên wê heremê. HDP wî çaxî bi hemû hêza xwe piştevaniya gelê Kobanê dikir. Niha dozên kûmpasê yên ku gelek wekîl û endamên HDP’yî pê tên tometbarkirin jî ev piştevanî ye. Belê HDP û fikriyata wê her dem li ku neynûkeke kîjan mirovî şikestibe çûye bi hawara wî/wê.

Kal, pîr, ciwan zarok, dê, bav û jinên binirx li hember vê serhildana ku dide jiyandin bê alî neman û di nav vê têkoşînê cihê xwe girtin. Yek ji wan berxwedêran jî Kader Ortakaya ya zîrek bû. Kader tevî nobeta ku li Pirsûsê dihate girtin li ber sînorê Kobanê bû.

Ji rojeke wê nobetê ku hunermendan ji bo Kobanê daxuyanî dida, komek mezin ku ji zarok, jin û ciwana pêk dihat xwestin derbasî Kobanê bibin û mil bidin gelên wir. Dema Kader li dijî DAIŞ’ê xwest biçe Kobanê hat kuştin. Valî û qeymeqamê Rihayê şiklê kuştina Kader veşart, gotin, bi parçeyekî şerapnelê jiyana xwe ji dest da ye. Jixwe piştî çar salan ev derewa wan a ku jixwe her kesî zanîbû, derkete holê. Kader Ortakaya, bi zanebûn û  bi çek hatibû kuştin. Weke jineke ciwan berxwedan û hêza Kaderê ji me jinan re bû mîrate û bi pêşengiya jinan Kobanê azad bû.

Kader endama Platforma Azadiya Civakî û 27 salî bû, fikriyata sosyalîzmê ji xwe re kiribû rêbaz.  Kesên weke Kader dibin sembol û qet ji bîra gel naçin, navê wan tim dijî. Şaredariya Nisêbînê di sala 2015’an de navê Kader Ortakayayê da parkeke li ber sînorê Qamişlo.  Hevşaredara wê demê Sara Kaya ya ku ji pêvajoya xweseriyê niha di girtîgehê de ye bû. Hevgirtina sîmbiyotîk ya di navbera Kader û Rojava ji bîr nekirine û navê wê li parkeke, li ber sînor kirine.

Mêrên despot û li dij her cureyên xweşikiyê, li hember serhildanên avakar yên ji bo sererast kirin û xweşik kirinê ne jî helbet. Kuştina Kader Ortakaya û girtina Sara Kaya mînakên wiha ne.

Berî bi heftiyekê ev zîhniyeta li dij destkeftî û nirxên kurd û jinan; qeyûm, navê Kader Ortakaya ku Sara Kaya xwestibû bi wê parqê navê wê bijî û sembolbûna wê berbiçav be jê bir. Ev zihniyeta ku ji dewa mêr-dewletê hatiye afirandin her dem xwestiye ku bîra civakê, bîra jinan tune bike.  Bi vî awayî em dîsa dibînin ku jin çawa hev didin jiyandin û dibine warê hev.  Me liv û tevgerên zihniyeta qayûman a ku tenê ji bo tunnekirin û li dijî demokrasî û vîna gelan tevdigere nas dikir jixwe. Yek ji van tevgerê wan guhertina navê Kader Ortakaya ji wê parkê bû. Yan ji xwe me qeyûmên Nisêbînê ji tevgerên wê yên li dijî nirxên kurdan bi xirakirina peykerê Newrozê, ji valakirina mala jinan gulşîlavê, ji valakirina cafeya jinan ya ku weke kooperatîf dixebitî, ji dest danîna bazara jinan û hwd. din nas dikir.

Qeyûm li dij pergala ku jinan bi ked û xwêdana xwe ava kiriye; hevserokatiyê ye. Qeyûm li dij pergala ku jinan ji xwe re esas girtiye; jiyana ekolojîk e, qeyûm li dij paradîgmaya azadî û wekheviya gelan û cinsan e. Hebûna xwe jî ji dijberiya van ava dike.

Jinên tekoşer tu caran rê nedane vê faşîzmê heke di dawiya wê de mirin jî hebe. Mînakên vê ji jinên weke Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Gulten Kışanak, Sebahat Tûncel, Sara Kaya, Ayşe Gokkan in. Ev jin îro li hember tecrîda li ser hemû gelan li ber xwe didin, ev jin îro ji bo xweseriyeke demokratîk li ber xwe didin, ev jin, pergala hevseroktiyê diparêzin. Vê yekê jî di zindanên netewe-dewletê ku zihniyet dixwaze bi her awayî dojehê li wan ferz bike dikin. Jin îro li hemû qad û warên cîhanê bi ruhê Kobanê li hember tarîtiyê şerê jiyanê dimeşînin.