26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Saziyên êzidiyan cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Navenda Yekitiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclisa Jinên Êzidî (SMJÊ), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ), Meclisa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Sîwana Meclisên Gundên Êzidiyan (SMGÊ) û Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS) bi daxuyaniyeke hevpar Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin.

Di destpêka peyama hevpar de li ser navê sazî û rêxistinên êzidiyan cejna Çarşema Serê Nîsanê hat pîrozkirin û hat gotin ku Çarşema Serê Nîsanê li gorî felsefe û baweriya êzidiyan destpêka afirandina ‘erdê û vejîna xwezayê ye’.

Baweriya êzidiyan rêzê li xwezayê digire

Di peyamê de hat bibîrxistin ku baweriya êzidiyan li beramberî hemû ajal, xweza û mirovahiyê pir hesas e, rêzê li wan digire û ji ber vê jî meha nîsanê cot nayê kirin, erd nayê rakirin ji bo gul, kulîlk û hemû vejînên nû dipişkivin zerarê nebînin û neyên xerakirin; hêk, dibe remza erdê û rengîniya xweşik wekî nîşaneya xweza û jiyanê tê neqişkirin; kulîçe wekî remza rojê û bidawîhatina tarîtiyê ye.

Destpêka jiyanê

Her wiha di peyamê de hat destnîşankirin ku di meha nîsanê de bûk nayên xwestin, zewac nayên kirin, ango qedexe ye ji ber ku di baweriya wan de ev meh bixwe pîroz e û bûka salê ye. Di berdewamê de hat gotin ku Çarşema serê salê, tê wateya destpêka jiyanê û bidawîanîna şer û serketina ronahiyê li hemberî tarîtiyê.

Ferman hat bibîrxistin

Di peyamê de, Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi bêbextî û xiyanetê hat binavkirin û hat birbîrxistin ku di fermanê de bi hezaran êzidî hatin kuştin û bi sedhezaran jî ji cih û warên xwe derketin, koçber bûn û wiha hat gotin: “Êzidî li çar parçeyên cîhanê bûn penaber û hîn jî bi sedhezaran ji neçarî di binê konan de ne. Hîn qeder û aqûbeta jiyana bi hezaran jin û keçên êzidî yên dîl ketibûn destên terorîstên DAÎŞ’ê ne diyar e. Îro jî em dibînin ku heman dijminên ola êzidiyan bi hemû hêza xwe ketine nav planên qirêj û hewl didin êzidiyan ji cih û warên wan ên qedîm dûr bixin.”

‘Mafên êzidiyan misoger bikin’

Sazî û rêxistinên êzidiyan bi vê peyamê bang li hêz, rêxistin, siyasetmedar û kesayetên êzidî hat kirin ku ji her demê bêhtir îro li hemberî van pîlanên bêbext û qirêj hişyar bin û li Şengal, Êzdîxanê xwedî derkevin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbuyî (NY), hemû sazî, rêxistin û dezgehên demokratîk hat kirin ku bi berpirsiyarî û erka xwe ya mirovî rabin, hewl bidin bi dewleta Iraqê re têkilî deynin ji bo mafên êzidiyan bi qanûnên Iraqê misoger bibin.

Di dawiya peyamê de bang li dewleta Iraqê jî hat kirin ku rêzê li mafê êzidiyan bigire, derfetan biafirîne ku êzidiyên ji Şengalê koçber bûne li warê xwe vegerin û wiha peyam bi van gotinan bi dawî bû: “Em bi hev re Êzidxanê ava bikin. Li destketiyên Asayîşa xwe xwedî derkevin û bibin piştevanê şervanên xwe yên azadiyê. Li ser vî esasî em careke din Çarşema Serê Nîsanê li we hemûyan pîroz dikin, hêvîdar in ku ev cejn bibe wesîle û sedema aştî wekhevî û biratiyê. Bijî Êzdîxan.”