8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Sê salin nikarim biçim hevdîtina bavê xwe’

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Halîliye ya Rihayê Halît Yildiztekîn, di 12’ê Kanûna 2016’an de di operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat binçavkirin. Piştî 28 rojan di bin çavan de ma hat girtin. Di 17’ê tîrmeha 2018’an de dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rxistinê” û “binpêkirina qanûna xwepêşandanan” 10 sal û 9 meh ceza li Yildiztekîn birî. Berê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” sal û 10 meh ceza li Yildiztekîn birîn. Ji 2 dosyayên cuda 12 sal ceza lê birîn. Dadgeha Bilind cezayên li Yildiztekîn hatibûn birîn erê kiribû. Parêzerên wî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Lê AYM’ê hê jî bersiv nedaye.

Yildiztekîn zêdeyî 6 sal in di Girtîgeha Rihayê ya Hejmar 2’yan de ye. Li nav lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Yildiztekîn li girtîgehê qeyrana dil derbas kiriye û ji xeynî vê nexweşîna şekir, diyabet, fitiq, kolestrol, prostat hwd. pê re hene.

Yildiztekîn piştî hat girtin nexweşiyên wî giran bûn. Mehek berê ji ranzayê ket xwar. Keça Halît Yildiztekîn Jiyan Yildiztekîn der barê rewşa bavê xwe de agahî dan û wiha got: “Bavê min di 12’ê kanûna 2016’an de hat binçavkirin û piştî 28 rojan derxistin dadgehê û ew girtin.”

Di bin çavan de îşkence lê kirin 

Yildiztekîn, anî ziman ku 28 rojan li salona sporê di binçavan de ma û wiha got: “Dema di binçavan de bû destûr nedan em biçin dîtina wî. Parêzer nikaribûn biçûna dîtina wî. Dema dibirin îfadeya wî bigirin îşkence lê dikirin. Îşkenceyek pir zede lê kirin. Ji bo ez agahî jê bistînim, min her roj ji wî re goreyek dibir. Hin caran ez bi saetan li ber deriyê salona siporê cihê ku lê di binçavan de bûn radiwestiyam. Dema min gore dibir jêre, gora roja beriya wê li min vedigerand. Dema ku gora roja berê li min vedigerand min dizanîbû ku dijî yan najî. Bavê min piştî 28 rojan derxistin edliyê. Dema derxistin dadgehê rih û porê wî tev li hev bûbû. Ji ber îşkence lê kiribûn ser û çavên wî şîn û mor bûbû. Li Dadgeha Rihayê bavê min girtin û şandin girtîgehê. Piştî 3 salan li girtîgehê ma, bavê min ceza kirin. Ji 2 dosyayên cuda 12 sal ceza kirin.”

Li girtîgehê anjiyo bû

Yildiztekîn, destnîşan kir ku piştî bavê wê hat girtin nexweşiyên wî zêde bûn û wiha lê zêde kir: “Piştî bavê min girtin ji dilê xwe emeliyat bû. Ji dilê xwe anjiyo bû. Li girtîgehê nexweşiyên şekir û tansiyon pêre çêbû. Bi rêk û pêk nikare biçe girtîgehê û nikare derman bibe. Bijîşkê li revîrê jî ji ber ne pisporê van nexweşiyan e nikare tedawî bike. Li kawîşên wan 10 -12 kes bi hevre dimînin. Piştî şewba pandemiyê dest pê kir, her tişt li wan qedexe kirin. Wekî ku hemû qedexe ji bo wan hatiye.”

Hin caran 2 mehan carekê destûra hevdîtinê didin

Jiyan Yildiztekîn, anî ziman ku piştî şewba Covîd-19’ê hevdîtina vekirî qedexe kirin û wiha pêde çû: “Niha hevdîtina vekirî heye. Lê vê carê rêveberiya girtîgehê li gorî daxwaz û keyfa xwe diyar dike. Hin caran du mehan carekê destûr didin. Tenê 2 kes dikarin biçin hevdîtina vekirî.”

Rêveberiya girtîgehê rojnameyan li gorî keyfa xwe didin girtiyan

Yildiztekîn, bal kişand ser sor û zahmetiyên girtîgehê û wiha pêde çû: “Rêveberiya girtîgehê rojname û kovaran li gorî keyfa xwe didin. Hin caran didin hin caran nadin. Bavê min ji ber nexweşiyên xwe nikare xwarina girtîgehê bixwe. Xwarina bi xwê, rûn û şekir zêde nikare bixwe. Ji ber vê yekê neçar e xwarinê ji kantinê bixwaze. Lê piştî pandemiyê xwarina li kantînê çar qat buha kirin. Ji ber xwarin zêde buha kirine nikare wekî berê xwarinê bikire. Niha ji xeynî libas, cil û bergan tiştekî din ji derve natin wan. Hin pirtûkan hilnagirin hundir. “

‘Destûr nadin hemû malbat bi hevre biçin hevdîtinê’

Jiyan Yildistekîn li ser zextên rayedaran jî rawestiya û got: “Dema em diçin serdana bavê xwe em zahmetiyê dijîn. Em 7 xwişk û bira ne. Lê ji ber pandemiyê destûr nadin em bi hevre biçin. Ji ber pandemiyê me hêj bavê xwe nedîtiye. Ji ber em hemû nikarin biçin hevdîtinê û hejmara kesên diçin hevdîtinê bi sînor kirine, bandorek pir neyînî li ser bavê min kiriye. 3 salin ji ber hevdîtina vekirî pêk nehatiye min hêj bavê xwe nedîtiye. Ji niha û şûnde jî bi rêk û pêk hevdîtin nayê kirin. Dilê wan kengî bixwaze wê demê destûr didin serdana malbatan. Vê hefteyê hevdîtina malbatan heye. Lê ez li Stenbolê me. Nikarin biçin hevdîtina bavê xwe. Hemû rê girtî ne û pir dûr e. Hefteyê rojekê telefon dike. Ji ber dem bi sînor e em nikarin hemû biaxivin.”

‘Li girtîgehê girtiyan û li derve me dikujin’

Yildiztekîn, anî ziman ku wan serî li Şaxa ÎHD’ê daye û wiha pêde çû: “Me bi daxwaznameyan seri li hemû rayedaran da. Lê me encam negirtiye. Niha bavê min 64 salî ye.Girtiyê nexweş e. Nêzî 7 sal in girtî ye. Ji bo cezayê wî kêm bikin û serbest bê berdan me serî li hemû saziyan da. Lê me tu encam bi dest nexist. Ji bo girtiyan bernedin her tiştî dikin. Li ser girtiyên siyasî polîtîkayên taybet dimeşînin. Li derve me û li hundir girtiyan dikujin. Parêzer jî pir kêm dikarin biçin girtîgehê. Gelek caran parêzeran re jî bi hincetên cuda astengiyan derdixin. Em li vî welatî dijîn. Em welatiyên vî welatî ne. Bi aliyê wijdarî jî em êdî vê yekê qebûl nakin. Çi dibe bila bibe em ê ji bo jiyanek azad û fikrên azad têbikoşin. Em dixwazin di demek pir zû de girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Divê mafê jiyanê ji destê tu kesî negirin. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan li derve malbat di çalakiyan de ne. Heta girtiyên nexweş bên berdan em ê serî li hemû rayedaran bidin.”