17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo girtiyên nexweş daxuyanî hatin dayîn

Komeleyên malbatên girtiyan li gelek bajaran tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, mirinên li girtîgehan û neberdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye protesto kirin.

Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAYDER) ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin, li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Partiya Demokratik a Gelan (HDP), malbatên girtiyan ên 78 rojin li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin, beşdarî çalakiyê bûn. Gelek kes civiyan û xestin daxuyaniyê bidin. Polîsan daxuyaniyê asteng kir.

‘Ev astengkirin ne hiqûqî ye’

Rêveberê MED TUHAD-FED’ê parêzer Yusuf Çakas bertek nîşanî astengkirina polîsan da û got: “Du roj beriya niha hevalekî me li girtîgehê jiyana xwe dest da. Ji ber wê me xwest em daxuyaniyê bidin lê nahêlin. Ev astengkirin ne hiqûqî ye. Em ê vê yekê tu carî qebûl nekin.”

Pişt re girseyê bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî astengkirina polîsan da. Girseyê bênavber dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û di nava dorpêça polîsan de kêliyek çalakiya rûniştinê li dar xistin. Pişt re girseyê çalakiya xwe bi dawî kir û ji ber girtîgehê veqetiyan.

Li Wanê jî daxuyanî dan

Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Wanê li ber Kargeha Ovayê daxuyanî da. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.

Daxuyaniya li Îzmîrê bi girseyî hat dayîn

Bi pêşengiya EGE TUHAYDER’ê jî li Îzmîrê li ber nûnertiya DBP’ê daxuyanî hat ayîn. Rêveberên HDP, DBP, HDK, ÎHD, ANYAKAY-DER, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila dawî li mirinên li girtîgehan were” hat vekirin. Dovîzên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “ji girtiyên nexweş re azadî” hatin hildan.

Li Stenbolê jî daxuyanî hat dayîn

Li Stenbolê bi pêşengiya MATUHAYDER’ê li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankartê “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila dawî li mirinên li girtîgehan were” hat vekirin û dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hat berzkirin.

Li Edene û Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî da

Li Edeneyê li avahiya AATUHAY-DER’ê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên HDP, DBP, AYKAY-DER û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Her wiha li Mêrsînê jî bi pêşengiya Çukurova TUAY-DER’ê li avahiya HDP’a Mêrsînê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên HDP, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.