9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li cîhanê 9 hezar cureyên darên nehatine kêfşkirin hene

Li gor lêkolîneke nû ya li ser cureyên daran û cihêrengiyê, hat diyarkirin ku li cîhanê ji sedî 14 zêdetir cureyên daran yên ku nayên zanîn hene.

Heta niha li cîhanê 73 hezar û 300 cureyên daran hatine tespîtkirin, lê lêkolîner texmîn dikin ku 9 hezar û 200 cureyên darên ku hê nehatine dîtin hene.

Lêkolîner diyar dikin ku ev cara yekem e ku nirxandineke pêbawer a zanistî li ser vê mijarê tê kirin.  Piraniya celebên kêm di daristanên tropîkal de şîn dibin û daristanên tropîkal ji ber krîza avhewa bi tunebûnê re rû bi rû ne.

Lêkolîna ku li ser cureyên daran hat kirin bi beşdarbûna 140 lêkolîner û bi daneyên ku ji sed daristanên li her aliyê cîhanê hatine komkirin, pêk hat.

Lêkolînerên ku raporê li ser cureyên daran amade kirin diyar kirin ku rewşa daran di asta xetereyê de ye.

Li gor lêkolînê darên ku nayên nasîn herî zêde li Amerîkaya Başûr, Afrîka, Asya û Okyanûsyayê hene. Encama ku di kovara Proceedings of the National Academy of Sciences (PNAS) de hat weşandin de tê diyar kirin ku ji sedî 43’ê cureyên daran ku hêj nehatine keşfkirin li Amerîkaya Başûr in. Rêzkirin wiha berdewam dike:

Li herêma Avrasyayê ji sedî 22, li Afrîkayê ji sedî 16, li Amerîkaya Bakur ji sedî 15 û li herêma Okyanûsyayê ji 11 cureyên darên ku nayên nasîn hene.