27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedemê kirîza di navbera Malî û Fransayê de

Piştî daxuyaniyên tund ên di navbera hikûmeta Fransa û Maliyê de, meclisa leşkerî ya Maliyê 72 seat muhlet da sefîrê Fransayê ku ji axa welatê wan terk bike. Li gorî agahiyên televizyona fermî ya Malî wezîrê karên derve yê Maliyê bang li sefîrê Fransayê  Joel Miller kiriye û jê re gotiye divê di nava 72 seatan ew ji Maliyê derkeve.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Maliyê ev biryara wan di encama daxuyaniyên dijminane ên rayedarên Fransayê li dijî Malî û hikûmeta wî welatî, derketiye holê.

Wekî tê zanîn Fransayê di salên 2012-2013’an de di encama şerê bi komên terorê re destwerdana vî welatî kiribû lê piştî darbeya leşkerî ya 2020’an pêk hat têkiliyên di navbera Malî û Fransayê de têk çûn.

Lê herî zêde tiştê ku nakokiya di navbera wan herdu welatan de zêde kir ev bû: Fransayê got ku ew dê beşek ji leşkerên xwe ji wî welatî vekişîne û li hember wê yê rayedarên Malî jî gotin ku dibe ew alîkariya leşkerî ji hin welatên din bixwazin.

Lewre piştî van daxuyaniyan nakokiya di navbera herdu welatan de zêdetir bû û di encamê de ev meseleya sefîrê Fransayê jî girêdayî wan nakokiyan e.