9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di meha çileyê de 47 rojnameger hatine darizandin

Haberin Bedelî ku darizandinên rojnamegeran qeyd dike, rapora xwe ya meha çileyê weşand. Li gorî raporê, hema bibêje her roj li gelek bajaran ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê gelek rojnameger hatine darizandin.

Di meha çileyê de herî kêm di 35 dozan de 47 rojnameger hatine darizandin. Di darizandinan de ji rojnamegeran re du muebbetên giran, ji 308 sal û 2 meh û 15 rojan heta 751 salan cezayê girtîgehê hatiye xwestin.

Di 3 dosyayên ku biryar hatiye dayin de bi qasî muebbetekê û 15 sal û 2 meh û 4 roj ceza li 3 rojnamegeran hatiye birîn. Di darizandinan de 7 rojnamegeran jî beraet kiriye. Ji bo rojnamegerekî jî bi biryara cezakirinê re biryara girtinê hatiye dayîn. Di encama darizandinan de 2 rojnameger hatine girtin. Her wiha 5 rojnameger hatine binçavkirin, 2 rojnameger ji bo îfade dayînê hatine vexwendin.