4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Boris Johnson: serdana Ukraynayê dike

Hewldanên dîplomasiyê yên ji bo nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de îro serokwezîrê Ingilîstanê Boris Johnson diçe serdana Ukraynayê.  Boris Johnson beriya serdana xwe daxuyanî da û wiha got: “Destwerdana Ukraynayê dê bi xwe re karêsetên mezin bîne û divê Rûsya gaveke wiha neavêje.”  Johnson di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang li Rûsyayê dikin ku dest ji gefa destwerdanê berde û giranî bide çareseriya bi riya hevdîtin û diyalogan, giranî bide ser rêyên dîplomatîk û pêşî li rijandina xwînê bigire, dê welatê me piştgiriya serweriya Ukraynayê bike.”

Ji aliyekî din ve welatên Ewropayê û DYA’yê Rûsyayê hişyar kirin ku destwerdaneke leşkerî li dijî Ukraynayê neke.

Her wiha DYA’yê jî bênavber çekên pêşketî ji Ukraynayê re pêşkêş dike. Herî dawî DYA’yê fûzeyên FGM-148 Javelin ku wekî nêçîrvanên tangan tên binavkirin, dane Ukraynayê.