5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danîna daran li Fîsê suc e!

Di 28’ê mijdara 2009’an de di çarçoveya mihrîcana ku ji aliyê Şaredariya Licê ve hatibû lidarxistin de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê dar hatibûn danîn. Ji ber beşdarbûna wê ya danîna van daran, derbarê serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş ku wê demê Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû de bi angaşta “propagandaya rêxistinê û li ser navê rêxistinê kirina sûc” doz hatibû vekirin.

Di encama darizandina ku li 4’emîn Dadgeha Giran a Amedê hat kirin de bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” derbarê Beştaş de biryara taloqkirina teqîbatê hatibû dayîn. Beştaş, li dijî biryara ku derbarê wê de hatibû dayîn di 4’ê sibata 2014’an de serî li AYM’ê dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), piştî 8 salan serlêdana Beştaş nirxand û biryar da. AYM’ê cezayê ku ji aliyê dadgeha herêmî ve li Beştaş hatibû birîn erê kir û angaşt kir ku azadiya ramanê nehatiye binpêkirin.