spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pesnê me nedin çeteyên xwe bibin ba xwe

Dildarê Amedê

Piştî kontrolkirina bûyera girtîgeha Hesekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyekê aşkera kir ku bûyer hatiye kontrolkirin û encamên wê bûyerê jî aşkera kir. Lê her kes dizane ku hebûna wan çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê herdem wekî bombeyke amade ji teqînê re û gefekê bimîne .

Wekî tê zanîn girtîgeha Hesekê wekî girtîgeha herî mezin a çeteyên DAIŞ’ê dihate binavkirin. Li gorî hin çavkaniyan 3 hezar û 500 û li gorî hin çavkaniyan 5 hezar çete li wê girtîgehê hebûn.

Dibe ku bi fedakariya mezin û bedelên giran a Hêzên Sûriyeya Demokratîk dawî li wê bûyerê hatibe lê hebûna van çeteyan li herêmê dê herdem wekî gefeke mezin bimîne, ji ber ku ew ne girtiyên normal in, ew bi hezaran çeteyên kujer ên herî talûke ne.

Tevî ku gelek caran HSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li welatên cîhanê û hêzên navdewletî kiriye ku werin çeteyên xwe bibin welatên xwe lê tu bersiveke erênî ji van bangan re nehatiye dayîn.

Her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku heke wan nebin jî bi kêmanî şert û mercên dadgehkirina wan amade bikin, dadgeheke navdewletî ava bike û wan çeteyan bidarizînin lê ji bo wê daxwazê jî tu bersiveke erênî çênebû.

Piştî van bûyerên dawî yên li Hesekê ku xelkê herêmê dîsa 121 qurbanî di şerê li dijî van çeteyan da û navên wan jî tev li bi dehezaran şehîdên din bû, dîsa cîhan xwe ker û lal dike û tenê bi çend gotinên pesindayîna wêrekiya HSD’ê dixwazin vê pirsgirêkê wiha bê encam bihêlin.

Tiştê ku tê xwestin ne pesindayîna wêrekî û fedakariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, tiştê tê xwestin ku çareyek ji wan çeteyan re were dîtin û her welatek çeteyên xwe bibe li ba xwe bidarizînin.

Li gorî raporên çavkaniyên mafê mirovan di nava van çeteyên ku tev li DAIŞ’ê bûne derdora 5 hezar ji wan ji welateên Yekitiya Ewropayê ne ku tev li çeteyan bûne. Ew çete di nava salên 2011-2016’an de hatine Sûriye û Iraqê û tev li çeteyan bûne.

Li gorî heman çavkaniyê Fransayê di rêza yekemîn de ye û ji wir 130 çete û zêdeyî 300 zarokan tevli çeteyan bûne, ji Almanyayê 124 çete û derdora 138 zarokan û di rêzên piştî wan de jî welatên wekî Belçîka, Holanda û Swêdê tên.

Bi kurt û kurmancî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî naxwazin ku tu hêz wekî dibêjin (Bi potikan serê wan mezin bikin) ango pesnê wêrekiya hêzên wan ên leşkerî bidin. Lê ew dixwazin ku her welatek xwedî li çeteyên xwe derkeve û vî barê giran ji ser milê Rêveberiya Xweser û HSD’ê rakin.

Welatên Ewropayê dibêjin ji ber ev mijareke gelekî aloz e em nikarin wan bibin li ba xwe bidarizînin û ew dê siberojê ji wan re bibin wekî bombeyên li ber teqînê. Heke hûn welatên tirtire ne û hûn nikarin çareseriyê ji çend çeteyên xwe re bibînin, çima hûn vî barê giran di stûyê vê rêbeveriya nû de dihêlin ku 11 sal in di nava têkoşîn û şerekî giran de ye û cîhanê ji çeteyên herî hov diparêze.