3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedema têkoşîna jinan ne efsane ye, rastiya jiyanê ye!

Jin cara ewil 1911 li hin welatan roja jinan a cîhanê pîroz kirin. Lê sal bi sal pîrozbahiya vê rojê mezintir bû, berfireh bû, berbelav bû û pê re jî armanca vê rojê ji bo jinan her ku çû kûrtir û bi watetir bû.

Çand bingeha xwe ji pêwîstiyan digire. Çanda 8’ê Adarê jî bi vî awayî hat heta roja îro. Her sal di 8’ê Adarê de bi milyonan jin dadikevin kolanan û roja jinan a cîhanê pîroz dikin û di heman demê de helwesta xwe ya têkoşînê diyar dikin. Ev yek bêguman ne ji aliyê xwe ve pêş ketiye. Dîroka 8’ê Adarê tê zanîn, lê detayên wê gelo em dizanin? Em dikarin  hîs bikin, jinên wê demê bi kedek çawa û bi bedel û êşek çawa mîrateya têkoşînê li pey xwe hiştin?

Di 1911’an de Roja Jinan a Cîhanê bi awayek fermî hat qebûlkirin, lê beriya wê? Erê beriya wê têkoşîna jinan bi sedan salan dewam kir. Lê têkoşîna ji bo mafê xwe ku bû sedema vê rojê esas di sala 1857’an de dest pê kir. Niha berê xwe bidinê, piştî 167 salan jî ev greva karkerên jinan a li kargeha tekstîlê û şewitandina 129 jinan di vê kargehê de weke efsane tê binavkirin. Bi vî awayî îro jî dixwazin naveroka roja jinan vala derxînin. Îsal dibe sala 113’an ku li tevahiya cîhanê jin roja jinan a cîhanê pîroz dikin, lê bi gotinên weke ‘Ti delîlên vê komkujiyê tune ne‘ heta roja îro jî hewl didin naveroka têkoşîna jinan vala bikin. Çima? Ji ber ku yên ku ji dîrokê heta niha hewl didin jinan, keda wan û hebûna wan tune bihesibînin. Bêguman nikarin bêjin jin tunene, lê dikarin hebûna wê daxînin ser erka zarok anînê û karê malê. Mixabin di sedsala 21’emîn de jî ev nêzîkatî hîna dewam dike. Lê jin dema zanebûna wê ya azadiyê çêdibe, di çirûska herî biçûk de jî xwe diavêje ber bi têkoşîna vê. Ev mînak di sala 1857’an de jî hat dîtin û îro jî tê dîtin. Nerazîbûna ji jiyana mêrserwer, ji bo jinan dibe sedema têkoşînê. Navê wê bila wekheviya mûçe, nan an jî şer be. Lê ya ku tê dîtin ew e ku jin di ferqa neheqiya pergala zilamin û vê neheqiyê qebûl nakin. Ev jî dibe sedem ku zilam jinê qebûl nake û bi rêbazên cuda hewl dide biçûk bixîne û tune bihesibîne. Lê mijara esasî ne hewldanên zêhniyeta zilaman e, mijara esasî ked, rabûn, bedeldayîn û têkoşîna jinan bi giştî ye.

Jin cara ewil 1911 li hin welatan roja jinan a cîhanê pîroz kirin. Lê sal bi sal pîrozbahiya vê rojê mezintir bû, berfireh bû, berbelav bû û pê re jî armanca vê rojê ji bo jinan her ku çû kûrtir û bi watetir bû. Ji ber zextên zilaman li ser jinan nesekinîn, sal bi sal bi dehan sedemên jinan ji bo mezinkirina têkoşînê, ji bo bilindkirina dengê xwe û ji bo rêxistinkirinê çêbûn û çêdibin jî.

Niha dibe ku hineka bêjin ma qey me çi zilmê li jinan kiriye, piştgiriya pergalê yan jî zihniyeta zilaman kirin di encamê de xwedîderketina wê ye û ev jî dibe sedem ku her kêliya jiyanê jin bên kuştin, îşkencekirin, revandin, fihûşê li wan bê ferzkirin û ser halê de qismekê civakê wan jinan ji vê yekê berpirsyar dibînin û sûcdar dikin. Di bin navê namûsê de tiştekê ku li jinan neyê kirin, nemaye. Yên ku vê yekê li jinan dikin jî xwediyên heman pergalê ne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema rojeva azadiya jinan girt dest, deriyekê têkoşînê vekir ku bi hezaran salan bi ser jinan hatibû girtin. Wî derfetekê welê da me jinan. Ya mayî xwedîderketina vê ye, ev jî hîn zêdetir ked û berxwedaniyê dixwaze. Lê jin jixwe her bedelên herî mezin dane û didin jî, bêguman tirsa jinan ji bedeldayînê tune ye. Lê rêxistiniya wê, gihandina zanebûna azadiya xwe, elimandinên berê derbaskirin, wê her roja me veguherîne roja jinan. Rêber Ocalan pênaseya herî kûr danî; ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Jin azad be civak jî azad dibe’.

Ked-dayîn û kar kirin rêya azadiyê li me vedike. Ked-dayîn wê bibe sedem ku mirov xwedî li keda xwe derbikeve û ev ji bo jinan tê maneya ku wê xwedî li jiyana xwe derbikevin. Jixwe jin kedkarên vê jiyanê ne, li her qada lê ne keda jinê tê dîtin. Ger jin bikaribin destê xwe bidin hevdu û li qadan dengê xwe bigihînin her derê wê kes nikaribe keda jinan bixwe û vê kedê eydê xwe bihesibîne. Lê ji bo vê jî jinên ku di ferqa wê de ne, divê hîn zêdetir kar bikin û hîn zêdetir ked bidin, xwe bigihînin hemû jinan. Bi vî awayî em dikarin ev gotina ‘’Ji bo me her roj, roja jinan e’’ veguherînin rastiyê û bibin bersiva herî mezin.

Amadekarî û çalakiyên jinan yên 8’ê Adarê destpê kirin û ji niha ve diyar e, ew ê jin îsal jî rengê xwe li hemû cîhanê berbelav bikin û ji bo mafê xwe yê herî bingehîn çalak bin. Wê pênaseya Rêber Ocalan ya ji bo azadiya jinan weke dirûşmeya esasî ya çalakiyan li her derê deng vede û wê jin li herderê li dijî zêhniyeta pergala baviksalariyê bêjin “Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Azadiyê ve”. Bêguman di encamê de em dikarin pirsa xwe ya jorê jî bibersivînin, erê em dikarin hîs bikin, jinên wê demê bi kedek çawa û bi bedel û êşek çawa mîrateya têkoşînê li pey xwe hiştin. Bi vê hîskirinê em ê her xwedî li vê mîrateya têkoşînê ya jinan jî derbikevin. Bi vê xwedîderketina xwe wê jinan deriyê ku Rêber Ocalan vekiriye bikar bînin û jiyana heyî veguherînin jiyana azad. Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz be! Bila hemû rojên me bibin rojên têkoşîn û pîrozbahiyê.