30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê siyaset ji aqilê mêrsalarî bê paqijkirin’

Gulistan Sonuk diyar kir ku biryarên zayendperest ên ku di nav siyasetê de tên girtin bandorê li ser civakê jî dike û got: “Divê siyaset ji aqil û zimanê mêrsalarî were paqijkirin. Ji ber vê jî pêdivî bi pergala hevserokatiyê ya di hemû sazî û dezgehan de heye.”

Di 31’ê Adarê de dê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên heremî pêk werin. Em der barê pirsgirêkên Êlihê û hetiyê bi namzeta hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk re axivîn.

Namzeta hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk di destpêka axaftina xwe de bal kişan ser modela hevserokatiyê ya ku di tevgera jinan de xeteke jêneveger e û ev tişt anî ziman: “Jin wek tevger di 1978’an de li Hêlwanê bi sê endamên meclisa şaredariyê dest bi cihgirtina di şaredariyan de kirin. Di 1999’an de jî 3 jin wek serokên şaredariyê hatine hilbijartin. Di 2004’an de li 9 şaredariyan namzetên jin serlêdan kirin û her 9 şaredarî jî bi awayekî serkeftî biserketin. 2009’an de dema ku em ketin hilbijartinê li 15 cihên ku wê şaredarî were karkirin tenê serîlêdana namzetên jin hat qebûlkirin û li 15 bajaran 15 hevalên me wek şaredar hatin hilbijartin. Tecrûbeyên 15 salan di sala 2004’an de hevserokatiyê kir meriyetê. Li cihanê yekem car di qada rêveberiyên xwecihî de modela hevserokatiyê hat bikaranîn. Di 2014’an e ji 106 şaredariyan li 96’an modela hevşaredariyê xwe bi rê ve bir. Ev ji bo siyaseta cihanê mînakekî dîrokî ye. Elbet em hevserokatiyê tenê wek ku du kes bi hev re erkê parve bikin nabînin. Hevserokatî jiyaneke hevpar e û modeleka xwezayî ye. Di xwezaya jiyanê de mêbûn û nêrbûn heye û jiyan bi hev re tê meşandin wek mirov dikare vî wisa bigire dest. Ji ber vê em dibêjin ev model modeleke xwezayî ye.”

‘Di nav civakê de qebûliyek heye’

Gulistan Sonuk ji bo girîngiya hevserokatiyê ya di nav rêveberiyên xwecihî de wiha got: “Yekem car di qada siyasetê de di sala 2005’an du kes wekî hevserokên giştî yên partiyê hatin hilbijartin. Ji ber vê em dikarin bibêjin hevserokatî ji 2005’an heta niha di nav jiyan û siyaseta kurd de ye. Helbet dema cara yekem me di rêveberiyên xwecihî de vê modelê da pêşiya xwe zor û zahmetiyê hebûn. Ev pergal ji aliyê mêran ve nedihat qebûlkirin. Berdewamiya siyaseta mêrperest a li ser civakê di vir de jî xwe dida der û car bi car di civakê de dengê li dijî modela hevserokatiyê derdiket. Lê belê di roja îro de ji aliyê gel ve qebûliyek heye. Gel vê meseleyê nade nîqaşkirin ji ber vê yekê ji bo wan serok tune hevserok hene. Lê belê aqil û hişmendiya mêrane ya di nava siyasetê de vê pergalê ji bo desthilatdariya xwe wekî xetereyekî dibîne. Lê wisa bi zêde ku em bibêjin vê modelê nas neke nîne, ji ber ku paradigmaya partiya me ev e.”

Hevserokatî modela jiyanî ye

Sonuk da zanîn ku modela hevserokatiyê ji bo wan modeleke jiyanî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû biryarên zayendperest û nijadperest ên ku di nav siyasetê de tên girtin bandora xwe li ser civakê jî dikin. Divê siyaset ji aqil û zimanê mêrsalarî were paqijkirin. Ji ber vê jî pêdivî ne tenê di şaredariyan de di hemû sazî û dezgehan de bi pergala hevserokatiyê heye. Em dikarin bi vê modelê zayendperestî û tundiya di nav civakê de û tundiya li ser xwezayê ji holê rakin. Hevserokatî ne biryareke ku di rojekî de derketibe holê ye. Hevserokatî berdewamiya kevneşopiya tekoşînekê û cerebeyên tevgerekê ne, berdewama hemû destkeftiyê jinan ê di siyasetê de ne. Ji ber vê em dikarin bêjin ku hevserokatî tacîdarkirina têkoşîna jinan e. Divê ev pergal bi tu awayî neyê nîqaşkirin.”

‘Xebat nehatine kirin’

Namzeta hevşaredariya Sonuk bi van gotinan behsa pirsgirêkên Êlihê kir: “Li Êlihê pirsgirêka sereke tundiya li ser jinan a ku her diçe zêde dibe ye. Êlih di salên 90’î de bi kuştina jinan û xwekuştina jinan tê nasîn. Ya din ciwanên Êlihê ketine xefika şerê taybet. Li her kuçeyeke Êlihê tiryak tê firotin û emrê bikaranîna tiryakê daketiye neh, deh saliyê. Ev pirsgirêkên ku divê bi awayekî bi lez û bez bên çareserkirin. Pirsgirêka Êlihê yek jê jî ku di nav 8 salan de di aliyê binesaziyê de tu xebat nehatine kirin. Wek tê zanîn çend meh berê li Êlihê lehî rabû û çar welatiyan jiyana xwe ji dest da. Bi rastiyê de dema li Êlihê du peşk baran bibare ji ber ku tu xebatên ku pêşî li lehiyê bigirin nehatine kirin, lehî radibe. Li gelek taxên Êlihê mirov nikare bimeşe, tax di nav heriyê de ne. Em vê wekî cezakirina gel dibînin. Tenê li çend cihê ku li ber çav in hatine çêkirin û wek vîtrîn tên bikaranîn. Lê belê dema mirov gavekî dikeve nav kolanan mirov rastiya taxan û bajar dibîne. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan projeyên me hene. Xebata ku me daye pêşiya xwe ya yekemîn ew e ku ne tenê li navendekê li her taxekî Êlihê xizmeta gel bikin.”

Bajarekî tundî lê tunebe ava bikin

Gulistan Sonuk wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li her herêmekê cihê ku jin dema pirsgirêk bijîn em ê herin bi wan re rûnên û ji bo çareseriyê rê û rêbazan diyar bikin. Hedefa me ew e ku Êlih bibe bajarekî ku tu jin lê tundî nebîne. Dixwazin bi rêya fihûş û tiryakê ciwanan ji civakê qût bikin. Ji bo pêşîgirtina vê wê gelek xebatên me çêbibin. Em ê qursen pîşeyan ji bo ciwanan vekin ku êdî ciwan bê kar nemînin. Ji bo ku ciwan nekevin nav pirsgirêkên derûnî û li ser vê rêyê nekevin nav fihûş û tiryakê. Hedefa me yek jê jî pirsgirêka ku gel bi taybetî ji ber bêkar e û kar nabîne koç dike ji holê rakin. Em ê derfetên kar avabikin da ku kes mecbûrî koçkirinê nebe û karibe jiyana xwe bidomîne û debara xwe bike. Em ê bêkariyê, birçîbûnê bi avakirina kooperatîfan ji holê rakin. Em dizanin bajarê me dewlemendin her kesekî ku li vî bajarî ji dayik bibe dikare xwe lê têr bike. Tenê mirov derfetan ava bike û çavkaniyên bajêr ji bo xizmeta gel bi karbîne wê tu pirsgirêk li holê nemînin.”