17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedemên zêdebûna trafîka dîplomasî ya li Hewlêrê ji ber çiye?

Ev serdan ne ji ber xatir û bandora rauyedarên Başûr in. Ev serdan ji bo ku hişyarî bidin desthilatdarên her du partiyan ku pirsgirêkên navxwe çareser bikin û êdî aramiya Herêmê nexin nava çarenûsek nediyar û şêlo de

Ji serê salê ve şande li pey şande yên welatên serdest û herêmî berê xwe didin Hewlêrê ku paytexta Herêma Kurdistanê ye. Hewlêr jî mîna Bexdaya paytext bûye navenda kombûna kesên paye bilind ên welatên cîhanê. Lê pirsyar li vir eve, gelo ji ber çi şande li pey şandeyê serdana Herêma Kurdistanê dikin?

Peywendî û serdanên dîplomasî bi lez pêk tên, dibe plan û lihevkirinên nû li holê hebin. Herêma Federal a Kurdistanê jî beşeke ji van plan û lihevkirinan. Desthilatdarên Herêmê bi taybetî jî PDK zû radest dibe û tê kişandina nava plan û lihevkirinan ku ev plan û lihevkirin ne tenê ne di berjewendiya Kurdan de ne, raste rast li dijî Kurda nin.

Yan jî desthilatdarên Herêmê ji bo berjewendiyên hizbî û malbatî bêy îtiraz xwe tevlî nava van planan dikin ku ew jî di dawiyê de ziyanê digihîne Herêma Kurdistan û gelê Kurd bi giştî.

Di nava du meh û nîvên derbasbûyî de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê li gel 25 şandeyên biyanî civiyaye. Her wiha şeş caran serdana derveyî Herêma Kurdistanê kiriye. Di dema serdana xwe ya li civîna ewlehiyê ya Munîh a Almanyayê de li gel 31 serok û wezîrên welatên biyanî civiya.

Li aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî jî li gel 15 şandeyên biyanî li Hewlêrê civiyaye. Her wiha 4 caran jî serdana welatên Ewropa û Rojhilata Navîn kiriye.

Her çiqas YNK di hikûmeta Herêmê de şirîkê sereke ye, lê di aliyê peywendiyên dîplomasî ya bi welatên derve de lewaz maye. PDK li Hewlêrê hemû peywendiyên bi derve re û pêşwazîkirina şandeyên welatên biyanî xistiye jêr kontrola xwe. Lê YNK jî li Herêma Kurdistanê xwedî cihek giring û bi bandor e, li beramberî PDK’ê li ser lingên xwe maye.

Ji beriya her tiştî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê wê rastiyê fam kiriye ku ne ji ber desthilat û bandora PDK’ê ye ku şande û serokên welatên cîhanê serdana Hewlêrê dikin û li pêş wan mehfura sor tê danîn. Gelê Başûr dizane ku sedema hatina şandeyan ew e ku Herêma Kurdistanê di aliyê jeopolîtîk û siyasî ve navendek giring a siyasî û ewlehiyê ye ji bo Iraq û Rojhilata Navîn.

Hemû serkirde û şandeyên biyanî ku serdana Herêma Kurdistanê kirine, di civînan de behsa wê rastiyê kirine ku di warê azadiya fikir û ramanê de, azadiya siyasî û karê rojnamevanî de Herêm di paş de maye. Her wiha ti matmayîna xwe ya li ser rewşa Herêmê ne anîne ziman.

Niha Herêma Kurdistanê di warê azadiya fikir û ramanê de, karê siyasî û rojnamevanî de wek herêmek tarî li cîhanê hatiye destnîşankirin. Yanî di nava wan 85 welatên tirsnak de, Herêma Kurdistan di pileya 82’an de cih digre.

Di warê gendelî, diziya dahat, çavkaniyên giştî, birina derve ya pere û ne şefafiya di dahata neft û navxwe de, Herêma Kurdistan di nava wan welatan de ye ku rêxistina şefafyetê ya navdewletî diyar kiriye.

Sîstema hikûmdariya Herêma Kurdistanê û rêvebirina wê, danûstandina desthilatdaran a li nava xwe û li gel welatiyan di astek gelek xirab û metirsîdar de ye.

Peywendiyek gelek xirab a Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê heye. Her wiha gelek pirsgirêk û nakokiyên wê li gel Hikûmeta Iraqê de hene. Sedemê beşek mezin ji vê rewşa xirab berpirsên Herêmê ne.

Şêwazê peywendiyên desthilatdarên Herêma Kurdistanê ya li gel welatên din xirabe. Li ser bingehê hizbî, malbatî û kesî ye. Gelek caran destê welatên herêmî ji bo dagirkirina xaka Herêmê digrin. Vê rewşê jî Iraqê bêzar kiriye.

Şandeyên biyanî dema vegeriyane welatê xwe di raporên xwe de îşaret bi van hemû pirsgirêk û kêmasiyên li Herêma Kurdistanê hene, kirine. Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jennin Henin Pleaschaert, di rapora xwe de ku li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê xwend, îşaret bi xirabiya rewşa Herêmê kir. Lê li gel wê de jî ewlehiya Herêmê bi ewlehiya civaka navdewletî ve girêda.

Di rapora Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya sala 2022’yan de jî bi eşkere behsa rewşa xirab a Herêma Kurdistanê dike û hişyariya ku wê ezmûna Herêmê bi dawî were kiriye.

Li gor zanyariyan şandeyên biyanî di serdanên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê de bi eşkere û bêy ku veşêrin, ji desthilatdarên PDK’ê û YNK’ê re ragihandine ku giringîdana civaka navdewletî ne ji ber ti kes û welateke. Belkû tenê ji ber ewlehî û aramiya Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê ye ku nabe bi ti behaneyek ev aramî were têk birin.

Her wiha gotine ku têkçûna aramiya Herêmê raste rast bandorê li ser ewlehiya Iraq û herêmê jî dike. Ji bona wê ew naxwazin di vê demê de ti aloziyek li Iraq û Herêmê çêbe. Ji bilî vana jî diyarkirine ku ew giring dibînin ku hêzên pêşmerge û hêzên Iraqê bi hevre ji bo tinekirina DAIŞ’ê di nava hevkariyê de bin.

Her wiha wan şandeyan ji berpirsên Herêma Kurdistanê re gotine ku nabe Iraq û Herêm bibe qada şerê welatên herêmî, bi taybetî jî Tirkiye û Îran. Ev jî ew tişte ku Emerîka û Ewropî naxwazin rû bide.

Di heman demê de hemû şandeyên hatine Herêmê, çi bi zimanê siyasî û dîplomasî çi jî bi zimanî hişyarî û gefê daxwaz ji PDK’ê û YNK’ê kirine ku pirsgirêkên navxweyî çareser bikin û nêzîkatiya xwe ya li beramberî xelkê Herêma Kurdistanê jî biguherînin. Ji berku têkçûna aramiya Herêmê xeta sore û rê jêre nayê dayîn.

Yek ji mijarên din ku şandeyên biyanî giringî pê didin, mijara yekxistina hêzên pêşmerge ye ku bi salane projeyên xwe dane desthilatdarên Herêmê û bi berdewam zextan ji bo yekxistina hêzên pêşmerge dikin. Ji bona wê jî ev tê wateya ku giringî bi ewlehiya Iraq û Herêmê didin, neku giringiyê bi PDK’ê û YNK’ê didin.

Li vir derdikeve ku hatina tevayî şandeyên biyanî ya ji bo Herêmê, ne ji ber xatir û bandora PDK’ê û YNK’ê bûye. Ji ber wê hatine ku hişyarî bidin desthilatdarên her du partiyan ku pirsgirêkên navxwe çareser bikin û êdî aramiya Herêmê nexin nava çarenûsek nediyar û şêlo de.