8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ayşe Erdem: Em ê AKP-MHP’ê têk bibin

Kesk Ayşe Erdemê stratejiya wan a esasî ya hilbijartinê diyar kir ew e ku bi îktîdara AKP-MHP’ê bidin windakirin û wiha got: “Hedefa me ew e, em di hilbijartinan de ji sedî 20 deng bistînin.”

Ji ber doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku niha li Dadgeha Destûra Bingehîn didome, biryar hate dayîn ku di lîsteyên Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinan bê navber didomin. Partiya Çep a Kesk dê di 30’ê adarê de li gel HDP’ê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike, dê dest bi kampanyaya hilbijartinê bike. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Çep a Kesk û Hevberdevka dema berê Ayşe Erdem têkildarî hilbijartinê bi Ajansa rMezopotamyayê re axivî.

Pêşîlêgirtina girtina HDP’ê bû sedem

Erdemê da zanîn ku Partiya Çep a Kesk ji roja hatiye avakirin heta niha yek ji pêkhateyên HDP’ê bû û wiha got: “Em û HDP li hemû qadan bi hev re têkoşiyan. Partiya Çep a Kesk beriya doza girtinê ya HDP’ê di nava hewldaneke ku bikeve hilbijartinê de nebû. Çawa ku mijara behsa xeberê bû doza girtinê, ji bo hem hilbijêrên HDP’î û hem jî gelên Tirkiyeyê bê vebijêrk nehêlin, me di kongreya xwe ya dawî de biryara ketina hilbijartinê da. Xebatên xwe jî me di vê çarçoveyê de meşandin. Piştre jî me tevî pêkhateyên HDP’ê li hemû bajaran xwe birêxistin kir. Dema me ev xebat dimeşandin, mezintirîn çavkaniya motîvasyona me jî pêşîlêgirtina girtina HDP’ê bû. Em hêj niha jî wisa nêz dibin.”

Stratejiya bi AKP-MHP’ê bidin windakirin

Bi domdarî Erdemê got ku ketina hilbijartinê ya di bin sîwana Partiya Çep a Kesk “peywir e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Stratejiya me ya esasî ew e ku bi îktîdara AKP-MHP’ê bidin windakirin. Hedefa me ya di hilbijartinê de ew e ku ji sedî 20’ê dengan bistînin. Pir girîng e ku mirov di meclisê de bi rola diyarker rabe. Hîmekî rêxistinkirinê yê ku divê em xurt bikin heye. Em dixwwazin pergaleke parlamenteriyê ya xurt ava bikin û riya ber bi Komara Demokratîk ve vekin. Weke berê em ê niha jî kolan bi kolan, tax bi tax xebatên xwe bidomînin.”

Girîngiya jin û ciwanan

Di dewamê de Erdemê destnîşan kir ku di encamnameya civîna Meclisa Partiyê (PM) ya di 27’ê adarê de yek ji mijarên sereke erdhej bû û ev nirxandin kir: “Di civînê de hat gotin ku divê wêraniya heyî bi gel re were rakirin û bajarên li gorî xwezayê bên avakirin. Her wiha jin û ciwan di têkoşînê de pir girîng in. Di serî de gelê kurd, em ê li gel temamiya kesên têkoşîna azadiyê didin rêxistiniyeke herî berfireh ava bikin û li dijî polîtîkayên şer jî têkoşîna aştiyeke mayînde bidin. Yek ji qadên sereke yên têkoşînê jî têkoşîna ekolojiyê ye. Em ê li gel hemû kirdeyên li dijî qirkirina ekolojiyê û polîtîkayên rantxweriyê têdikoşin bibin platformeke hevpar. Ji ber ku têkoşîna ekolojiyê, ne qada têkoşîna siyasî ye. Divê têkoşîna ekolojiya bibe mijara sereke.”

 ‘Li me ferz e ku li herêmê aştiyê pêk bînin’

Erdemê anî ziman ku pêdivî bi tifaqeke civakî heye ku ji hêla derdorên demokratîk ve bê mezinkirin û wiha got: “Ji bo vê mijarê hilbijartin bingeheke girîng e. Hilbijartin ji bo hemû gelên herêmê girîng e. Em neçarin mijara aştiya herêmê pêk bînin û pêşeroja penaberan zelal bikin. Eleqeya gelên me bo Partiya Çep a Kesk heye. Di Newrozê de ji zarokan heta kal û pîran, hemû kesan alên Partiya Çep a Kesk li ba kirin. Hilbijêrên kurd xwedî tecrûbeyeke mezin in. Partî diguherin lê gel naguhere. Ne bawer im em pirsgirêkekê bijîn. Gel amade ye. Ez pê bawer im ku dê gelê Kurdistanê xwedî li Partiya Çep a Kesk derkeve.

Dê dirûşma hilbijartinê ya partiya me di 30’ê adarê de li gel Beyannemaya Hilbijartinê were ragihandin. Mirov dikare bibêje tişteke weke ‘Em ê faşîzmê têk bibin’ e.”