5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MYK’a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya

MYK’a HDP’ê, li Navenda Giştî ya HDP’ê bi rojeva hilbijartinê û doza girtinê  li hev civiya.

Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDP’ê, li Navenda Giştî ya HDP’ê bi rojeva hilbijartinê û doza girtinê ku li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) didome li hev civiya. MYK, wê nîqaşên ku di civîna dawîn a Tifaqa Ked û Azadiyê ya di 16’ê adarê de hatibû kirin binirxîne.

Ji ber ku HDP bi lîsteya Partiya Çep a Kesk tev li hilbijartinê dibe di civinê de wê endamên MYK’a HDP’ê xebat û stratejiya hilbijartinê diyar bikin. Her wiha wê der barê danezana hilbijartinê ku wê sibê (30’ê adarê) bê aşkerakirin de agahî bidin û plansaziya xebatên ji bo kampanya bê meşandin bikin.

Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê, piştî civîna MYK’ê ya di 15’ê adarê de serî li AYM’ê dabû û daxwaz kiribû ku doza girtina HDP’ê bimîne piştî hilbijartinê. Lê AYM’ê vê serlêdana HDP’ê red kiribû. Ji ber vê sedemê wê endamên MYK’ê di civînê de helwesta xwe ya der barê parastina bidevkî ya di 11’ê nîsanê de bikin jî diyar bikin.