3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Sekna Fîncancî tirsê dixe dilê desthilatê û hêzê dide me’

Jinan diyar kirin ku Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hate girtin û wiha gotin: “Berxwedana wê, sekna wê ya bi biryar hêzê dide me jî.”

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber daxuyaniyên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê hatine bikaranîn, hedef hatibû girtin û paşê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna sêyemîn a doza Fîncanci jê tê darizandin wê îro li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin.

Endama Jin bi Hev re Bihêz in Newroz Tûgçe û endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Fatma Înce ku bal kişandin ser bêhiqûqiya di dozê de xwestin Fîncanci were berdan.

‘Bi taybetî hedef hat girtin’

Ji Piştevaniya Jinan a Kırkyama Fatma Înce diyar kir ku di têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê de cihekî taybet ê Fîncanci heye û anî ziman ku ji ber weke bijîşkekê peywîra xwe bi awayekî baş bi cih tîne bi awayekî bi taybet hedef hatiye girtin.

Înce bi bîr xist ku Fîncanci di Gulana 2016’an de ji ber ku tevlî kampanyaya “Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nobedar” a bi armanca piştevaniya bi Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin bûbû jî hatibû girtin û got ku tevkariya wê ya ji bo tevgera jinan bêdawî ye. Înce, da zanîn ku Fîncanci bi taybetî îşkenceya zayendî ku di dema binçavkirin û girtinê de li jinan hate kirin derxist holê û wiha got: “Ji bo ku xwedî lê neyê derketin di nav hewldanan de ne. Lê hewldana pergala Qesrê vala ye. Hem sekna wê hem jî hêza muxalefeta civakî li dijî sazîbûna faşîzmê berxwedanê mezin dike. Fîncanci, bijîşkeke ku ji desthilat û pergala her cure nirx ji holê rakirin re serî netewîne ye.  Ew parazvaneke mafan ku li dijî desthilatê pêvajoya binçavkirin û girtinê jî veguherand qadeke berxwedanê. Berxwedana wê, sekna wê ya bi biryar hêzê dide me.”

Dixwazin bitirsînin

Înce, bi lêv kir ku bi girtin û neberdana Fîncanciyê dixwazin muxalefetê çavtirsandî bikin û wiha berdeam kir: “Yek ji tevgerên herî xurt ên ku dînamîka ku wê hikûmetê hilweşîne û pergaleke nû ava bike tevgera jinan e. Em di rojên ku hem ji aliyê fîzîkî û hem jî ji aliyê bîrdozî êrîşên li ser tevgera jinê zêde dibin de derbas dibin. Dema Fîncanci hat girtin, ewilî jinan bertek nîşan dan. Dîsa ew tevgera herî xurt bû ku di pêvajoyên dozê de xwedî lê derketin. Hewl didin ku bi neberdanê Fîncanciyê me çavtirsandî bikin lê li şûna ku em çavtirsanî bibin em ê têkoşînê gav bi gav bilind dikin. Em bi dirûşmeya ‘serhildana jinê wê biguhere’ ketin sala 2023’yan. Jin wê faşîzmê têk bibin û siberoja xwe bi xwe ava bikin.”

Desthilata AKP’ê ditirse

Endama Jin bi Hev re Bihêz in Newroz Tûgçe Ozçelîk jî diyar kir ku Fîncanci miroveke zanyar e û hevrêya jinan e û bi lêv kir ku ew deyndarên Fîncanci ne ku wê biparêzin û li cem wê bisekinin. Ozçelîk, diyar kir ku hikumeta AKP’ê di demeke ber bi dawiyê ve diçe de li dijî herkesên ji êrişên li ser gelê kurd re dengê xwe derdixînin polîtîkayeke cezakirinê daye destpêkirin û wiha got: “Ji ber ku ditirse, çawa ku ji Geziyê ji jinan ditirse wisa ditirse.”

Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e

Ozçelîk, da zanîn ku weke Jin bi Hev re Bihêz in ji doza Fîncanci re bûne alîgir û wiha berdewam kir: “Cezakirin wê ji aliyê demokrasiya Tirkiyeyê bibe sedemê gengeşiyeke mezin. Bikaranîna çekên kîmyewî di lîteratura cîhanê de sûc e. Me wê rojê jî got bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, em îro jî dibêjin. AKP îro di serdema xwe ya herî qels de derbas dibe. Pêkane ku mirov vê yekê ji hejmara girtiyên li girtîgehan fêhm bike. Bi taybetî jî dema ku em li rêjeya kesên ku di nav tevgera jinan de cih digirin dinêrin, em vê yekê ji Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Şebnem Korûr Fîncanci û siyasetmedarên jin ên kurd heta roja me ya îro fêm dikin. Ev hemû jin ji ber têkoşîna demokrasi û azadî û wekheeviyê dîl hatine girtin. Hikumeta AKP’ê nikare xwe li dîtina jinê ya li pêşberî xwe ragire. Ji ber vê yekê tolê dihilîne. Em ê li dijî vê yekê bibin yek û têkoşîna xwe bidomînin.”