8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn

Li Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn û hate berdan.

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin. 3’yemîn danişîna doza Fîncanci li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin.

 ‘Çima meraq nake ka li ser sînor çi diqewime’

Piştî axaftinên Fîncanci, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan axivî û got ku darizandina Fîncanci ya bi awayekî girtî neheqî ye. Turkdogan diyar kir ku tu bingeha hiqûqî ya tawanbariyên li Fîncanci tên kirin, biryara girtinê û daxwaza cezakirina herî giran nîne. Bi domdarî Turkdogan ev tişt anî ziman: “Gelo ma dozgerên komarê qet merek nakin bê ka li ser sînor çi diqewime? Nabe ku parastvanên mafên mirovan ji ber bangawaziyên xwe bên darizandin.”

 Der heqê dozger de serlêdana sûc  

Piştre jî parêzer Merîç Eyûboglû mafê axaftinê girt û got ku hewldan heye ku doz tavilê were bidawîkirin. Eyûboglû wiha got: “Mirov tiştên derî hiqûqê hatine kirin çiqas binivîse jî xelas nabin. Em çi bibêjin li hewa dimîne. Şandeya dadgehê hewl dide dozê tavilê bidawî bike. Me gelek rewşên derhiqûqî pêşkeş kirin lê ne şandeya dadgehê û ne jî dozger guh neda me. Her wiha me derheqê dozger de li HSK’ê gilî kir. Dozger beriya ku were danişînê mutalaaya xwe amade kir. Bêyî ku li ser delîlan nîqaş bike ev mutalaa amade kiriye û ev jî nîşan dide ku bêalî nîne. Piştî axaftinên Fîncanci yên li Medya Haberê qiyamet rabû. Lê kesek ji ber ‘propagandayê’ nayê girtin. Lê heke kesa behsa xeberê Şebnem Korur Fîncanci be rewş diguhere. Zext li ser dadgehê heye û serbixwe nîne. Dadger nikarin dengê wijdana xwe guhdarî bikin û wisa biryarê bidin. Bêguman divê biryara beraetê were dayîn. Ji ber ku li holê sûcek nîne.”

 Tiliya xwe dihejînin

Parêzer Ozkan Yucel jî derdorên siyasî bi rêya darazê hewl didin civakê dîzayn bikin û ev tişt anî ziman: “Ya di hedefê de ne tenê Fîncanci lê tiliya xwe li hemû hêzên civakî dihejînin. Her wiha ev bêdengiya şandeya dadgehê nîşan dide ku hûn teslîm bûne. Heke hûn biryara girtinê bidin, dê hiqûqê birîndar bikin. Divê êdî hûn biryara tehliyeyê bidin.”

‘Hiqûqa fahişeya iktîdarê ye’

Şandeya dadagehê diyar kir ku dê danişînê bi dawî bike û gotina dawî ji Fîncanci pirsî. Li ser vê yekê Fîncanci mafê axaftinê girt û gotina Bakunin a “Hiqûq fahîşeya îktîdarê ye” bi bîr xist û wiha got: “Zextên heyî, li ser arastekirina îktîdarê tên kirin. Lewma jî ne dozeke hiqûqî lê ya siyasî ye. Dixwazin TTB’ê tune bikin. A rast dixwazin mafê lêgerîna mafên xwe ya civakê ji destê wan bistînin.” Fîncanci piştre jî helbesta Adnan Yucel a “Heta ku rûyê erdê dibe rûyê evînê” xwend.

Dadgehê jî ji bo eşkerekirina biryara xwe saetek navber da. Piştî navberê jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hefsê da Fîncanci û tehliye kir.