3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sekreterê NATO’yê tê Enqereyê

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg diyar kir ku ji bo pêvajoya endametiya Swêdê ya li NATO'yê, wê di demeke nêz de biçe Tirkiyeyê.

Jens Stoltenberg di destpêka civîna wezîrên karên derve ya welatên endamên NATO’yê de li Osloyê axivî û diyar kir ku destpêka hefteyê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiriye û wê di demeke nêz de biçe Enqereyê.

Stoltenberg got, “Ji bo Swêd di demeke nêz de bibe endamê tifaqê” wê vê serdanê bike.

Endametiya Swêdê ya li NATO’yê ji ber vetoya Tirkiyeyê pêk nayê. Tirkiye dixwaze zexta li ser kurdan li Swêdê jî bike.

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken jî roja sêşemê bang li Tirkiye û Macaristanê kiribû ku dawî li vetoyê bînin û gotibû, “Dema wê hatiye.”