3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê rê neda hunermend beşdarî pêşandana Qamişlo bibin

Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 8`an ji pêşangehên borî cuda bû ku rêjeya beşdariyê zêdetir bû lê girtina deriyê Sêmalkayê ji aliyê PDK`ê ve, nehişt gelek hunermend ji derveyî herêmê tev lê bibin.

Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 8`an ku pêr li Qamişlo hatibû lidarxistin, bi xelatkirina 109 hunermendan bi dawî bû.

Pêşangeh di çarçoveya Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`an de hate lidarxistin û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desteyên çandê yên herêmên Cizîrê û Firatê di 20`ê gulan de li dar xist.

Di pêşangehê de 109 hunermendan berhemên xwe pêşandan.

Şêwekar Emîn Ebdoyê beşdarî pêşangehê bûbû ji ajansa ANHA’yê re wiha axivî û got: “Em rêbazên nû di wênexêziyê de dibînin. Ev pêşangeh jî xwe dispêre tecrubeyên her heft pêşangehên borî. Lidarxistina pêşangeheke wiha gaveke pir girîng e.”

Emîn Ebdo peykerê şehîd Yûsif Gulo çêkiribû, di dawiya axaftina xwe de pêşerojeke baştir ji bo hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêvî kir.

Her wiha, cîgira hevseroketiya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesenê piştrast kir ku îsal li gorî pêşangehên salên borî rêjeya beşdariyê gelekî baştir e.

PDK destûrê nade hunermendan

Ronahî Hesenê got: “Ez xemgîn bûm ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) deriyê sînor li pêşiya hunermendên ji derveyî herêmê girt û nehişt ew beşdarî pêşangehê bibin.”

Ronahî Hesen têkildarî mijarên ku hunermendan nîşan dane got: “Berê hunermendan giranî dida şoreş û xwezayê lê belê îsal li ser zehmetiyên gel, berxwedana wî û her wiha mijarên berê bû.”

Ronahî diyar kir ku ji bo cara yekemîn hunermend ji Dêrazorê û ji bo cara duyemîn jî hunermendên herêmên Tebqa, Reqa û Minbicê tev li pêşangehê bûn.