spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Erdogan di mijara vegera penaberên Sûriyeyê de tengijiye’

Piştî ku Erdogan dosyaya penaberên Sûriyeyê wek propaganda di hilbijartinê dawî ên Tirkiyeyê de bi kar anî, niha jî bi gelek zehmetiyên çareserkirina vê dosyayê re rû bi rû ye

Yek ji mijarên sereke ên medya welatên ereb mijara vegerandina penaberên Sûriyeyê û hewldanên hikûmeta tirk ên ji nû ve avakirina têkliyan bi hikûmeta Şamê re ye.

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser projeya serokkomarê tirk Tayip Erdogan a vegerandina milyonek penaberên sûriyeyî û wiha nivîsand: “Li gorî rapora ajansa Reuters’ê, Erdogan plana xwe ya vegerandina milyonek penaberên sûriyeyî li welatên wan diyar kiriye. Lê ji bo bicihanîna sozên xwe, bi gelek astengiyan re rû bi rû ye, bi taybetî jî ji ber ku li Sûriyeyê hîna şer didome.

Tirkiye bi alîkariya Qeterê avahiyên nû li bakur rojavayê Sûriyeyê, li deverên di bin serweriya komên çekdar de ava dike. Li gorî Reutersê ev plan nîşan dide ku Tirkiye serweriya xwe li herêmên di bin kontrola komên çekdar ên muxalefetê de zêdetir dike. Lê di heman demê de serokê Sûriyeyê wekî şertê jinûve avakirina têkiliyan di navbera her du welatan de, demek ji bo vekişandina hêzên tirk ji herêmê diyar kiriye.

Li gorî Reuters’ê, li herêmên bakur û rojavayê Sûriyeyê yên di bin serweriya komên çekdar de qanûn tune ne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelek caran rejîma Şamê ji bo vegerandina têkliyên bi hikûmeta tirk re, vekişîna artêşa tirk ji axa Sûriyeyê, wekî şertê bingehîn nîşan daye.