4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Selma Aslan: Hikûmet çand û dîrokê naparêze

Hevserokê Odeya Avahîsazên Amedê (DMO) Selma Aslan diyar kir ku di pevçûnên ku dawiya sala 2015’an de li bajêr qewimîn de, herêma mîrateyên bajar, nehat parastin wiha got: “Di axaftina hikûmatê ya yek neteweyî, nêzîkatiya yekperstî, de tê fêmkirin ku ji çand û dîrokên cuda hez nakin.”

Şerê çekdarî, erdhej û felaketên din ên xwezayî, gemarî, nêçîr, bajarîbûna bê kontrol û çalakiyên geştyarî yên bê kontrol gefên mezin li ser Mîrateya cîhanê çêdike. Dema Mîrate ji erdhej şer û hwd. xesar bibînin divê demildest bê tahmîrkirin. Dema mîrate neyên tahmîrkirin û parastin ji aliyê  UNESCO yê ve dikevin “Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de”.  War û şûnwarên ku qîmetawan a dîrokî û çandî hebe û bi talûkeyan re rû bi rû be ji aliyê UNESCO’yê ve tên parastin.

Amed a ku mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye û dike, piraniya mîrateyên çandî û berhemên van şaristaniyan heta îro mane. Mîrateyên ku ji hezar salan heta îro hatine ji aliyê desthilata AKP’ê ya dijminê çand û dîrokê ve nayê parastin. Mîrateyên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de bû ji dema ku AKP bû deshilat li ser şêr tên kirin û nayên parastin. Ji ber  van sedema endamê UNESCO ev cih û war lêkolîn kir û ji bo parastinê ketin nava tevgerê. Ev biryar wê di civîna UNESCO’yê ya 9-15’ê Îlona 2023’an de li Riyadê were nîkaşkirin. Li gorî nîkaşê ecman were diyarkirin.

Der barê xetereyên ku mîrate pêre rû bi rû mane û helwesta dewletê ya ji bo mîrateyan Hevseroka Odeya Avahîsazên Amedê (DMO)  Selma Aslan nirxandin kirin. Selma Aslan di despêka axaftina xwe de qala ketina mirateya lîstaya cîhanê kir û wiha got: “Di sala 1988’an de gelek herêmê li bajarê Amedê weke “herêma parastî ya bajarî” hat îlankirin û di salên 1990’î de plana parastinê hat çêkirin. Peyzaja Çandî ya Keleha Amedê û Baxçeyên Hevselê di sala 2015’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi hevkariya rêxistinên sivîl, sazî û dezgehên fermî yên pêwendîdar ên bajêr lêkolîn hatin kirin. Piştre ji wezaretê Çandê re şandin. Şandina van hemû lêkolînan ji Wezareta Çandê re û dosyayên ku ji hêla wezaret wek dewleteke aliyê UNESCO yê di lîsteya mîrasê de cih girti. Di lîsteyê de Sûr, Baxçeyên Hevselê û Qada Peyzajê cih digirin. Rêvebirên heremê yên bajêr û hikûmeta navendî wek dewletek berpirsiyar in. Divê van qadên ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de cih digirin biparêzin û veguhezîne nifşên pêşerojê.”

Piştî pêvçûnê herem hat valakirin

Aslan anî ziman ku di encama pevçûnên ku di dawiya sala 2015’an de li bajêr qewimîn, herêma Peyzaja Baxçeyên Hevselê û nava Sûran ku Herêmên Parastinê yên Bajêr in, nehatin parastin û wiha axivî: “Wêrankirin hê jî didome. Piştî şerê di 9’ê Adara 2016’an de bi dawî bûn, dest bi xerakirinê kirin. Avahiyên dîrokî hatin rûxandin û herêm ji mirovan hat valakirin. Ev rewş ji wêneyên hewayî yên wê demê hatin kişandin zelaltir derdixe holê. Ji ber vê yekê gelek avahiyên ku dikaribû bihatana rizgarkirin, hatin hilweşandin. Di sala 2016’an de bi biryara Lijneya Wezîran li ser xala 27’an a Qanûna Îstîxbaratê ya bi hejmara 2942’an ji 7714 parselên nava Sûrê ji bo 6292 parselan qerara îstismarkirina lezgîn hatibû girtin. Pêvajoya hilweşandinê hatibû destpêkirin.”

Nexşa kolanan hat xerakirin

Aslan bi lêv kir ku xwezaya çandiniya ku bi salan e li qada Peyzaja Baxçeyên Hevselê tê meşandin guherî û herêmê çandiniya pîşesaziyê tê kirin û wiha berdewam kir: “Plana pêşveçûnê ya ji bo parastina nava Sûran; Di planên ku ji aliyê “Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê” ve di qanûna 2016’an de hatiye revîzekirin de, tevna kolanan hat xerakirin. Duriyan hatin çekirin û bi xwezaya wê hat leyîstandin. Bi gotineke din, bû sedema windabûna nexşa kolanan ku nava Sûran wekî herêmeke parastî ya bajarî bê tomarkirin. Avahî nehatin parastin. Di heman demê de bi hinceta wê çem bê sererastkirin, yekparebûn û pêkhatina herêmê hate guhertin.”

UNESCO yê pêşnûmeya biryarê amade kir

Di encama hilweşîna avahiyên li derdora Sûrê de ji ber xebatên li herêmê hatin kirin qatên Sûrê hilweşiyan. Her wiha tê zanîn ku xebatên li derdora pira deh derî tên kirin zirarê didin herêmê. Di rapora ku di encama nirxandin û lêkolînên Komîteya Mîsyona Reaktîf a Navenda Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de hat amadekirin de, hat diyarkirin ku piraniya destwerdanên li qada mîrasê xelet in. Hat diyarkirin ku zirarê didin Nirxa Gerdûnî ya Mîrateyê û divê dest ji van destwerdanên xelet berdin. Li ser van hemû pêvajoyên wêrankirinê, Navenda Mîrateya Cîhanê ji bo Keleha Amedê û Baxçeyên Hevselê di ‘Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yê yên Di Xetereyê de’ bên tomarkirin pêşnûmeya biryarê amade kir. Hat zanîn ku ev biryar dê di civîna UNESCO yê ya Riyadê di 9-15’ê Îlona 2023’an de were nîkaşkirin.

Armanc windakirina çanda kurda ne

Aslan helwesta desthilatdar ya li dijî dîrok û çandê cûda rexne kir û ev tişt got: “Em nêrîna hikûmetê ya li ser dîrok û çandên cuda dizanin. Em dikarin bibêjin ku axaftina yek neteweyî, nêzîkatiya yekperstî, de tê fêmkirin ku ji çand û dîrokên cuda hez nakin. Heger em bi taybetî bajarên kurdan lêbikolin, em ê bibînin cudahiyên ku li Komara Tirkiyê wek civakeke ku 72 neteweyên cuda lê dijîn hema bêje ji holê rabûne. Tê dîtin ku têkoşîna hebûnê nayê dayîn û niyeta navendî ku van cudahiya bide jiyîn tune. Lê kurd ji bo çand, ziman, dîrok û hebûna xwe têdikoşin. Ji ber wî em dikarin bibêjin ku ev avahiyê li Kurdistanê ji ber wî nayên parastin. Em dikarin bibêjin ku girîngî nadin van avahiyan ji ber ku naxwazin derbasî nifşên pêşerojê bibin.”

Girîngiya xebatên UNESCO

Aslan balkişand ser girîngiya ku avahiyên dîrokî û çandî bên parastin û ji nifşên paşerojê re bê hiştin û wiha pêde çû: “Avahiyên dîrokî mîrateya hevpar a mirovahiyê ne. Bê guman girîng e ku van avahiyên ku di serdemên cûda de bi şêwazên jiyana çandî yên civakan şaristaniyên cihêreng ve hatine afirandin were parastin. UNESCO rêxistina perwerde, zanist û çandê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Wek hûn jî dizanin bi biryar û organîzasyonên hevpar ên dewletên peyman hatiye çêkirin. Yanî ne rêxistineke sivîl an jî sendîkayek e ku ji tebeqeyên cuda yên civakê hatiye avakirin.”

Hevsengiya Sûran tê xerakirin

Aslan anî ziman ku di dema xebatên restorasyon û ji nû ve avakirina Sûrê de jî me dem bi dem çavdêrî û lêkolîn kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xebatên ku di avahiyên taybet de tên kirin divê ji aliyê şîrket û ekîbên ku di qadê de pispor in û di qada xwe de dixebitin bên kirin. Xebatên ku îhaleyê werdigirin, şîrketên şêwirmendiya kontrolê yên ku wan teftîş dikin û çavdêriya saziyên pêwendîdar divê li cihê bûyerê bên kontrolkirin. Wekî din, bi qasî ku ez dizanim, komîteyek zanistî jî heye ku hatiye damezrandin. Îhaleya bircan her yekê didin fîrmayeke cûda. Ji ber vê sedemê, dibe ku cûdahî di encama restorasyona de çêbibin. Xercên tên bikaranîn divê bên analîzkirin. Kevirên heşhkirî tahmîrkirina Sûrên de tê bikaranîn. Siyasetek e ku rêveberiyên herêmî û pêkhateyên TMMOB’ê yên hikûmeta navendî di vê mijarê de di tu qonaxekê de nekevin nava lêkolînan. Ji ber ku em ji lêkolînên li ser bajêr ji ber nêzîkatiyên berjewendiyê dûr in. Em bi salan e şaşiyên lêkolînên li herêma ku di sala 2015’an de di Lîsteya Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digirin tînin ziman. Lê rastiya me di vê tabloyê de zelaltir tê dîtin.”