5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Badgî: Îro ji serdema Evren ne cudatir e

Hevseroka Komeleya 78’an Halîse Badgî, diyar kir ku dema derbeya 12’ê Îlonê pêk hat gelek zext li girtîgehan de li kurdan hat kirin û wiha got: “Îşkence li hezaran mirovan hat kirin. Ev tişta ku hat kirin sûcê mirovahiyê bû. Dema 12'ê Îlonê tê gotin îşkence û zilm tê bîra mirov 

Serokomarê berê Kenan Evren di 12’ê Îlona 1980’î de li Tirkiyeyê derbeya leşkeri pêk anî. Di encama derbeyê de bi îşkenceyê li girtîgehan nêzî 300 mirov hatin kuştin. Nêzî 650 hezar kes hatin binçavkirin. 230 hezar mirov hatin darizandin. Milyon û 683 kes jî hatin deqkirin(daxkirin). Ev derbeya leşkerî aliyê Kenan Evren, Nûrettîn Ersîn, Tahsîn Şahînkaya, Nejat Tumer, Sedat Celasûn û Bulend Ûlûsû ve hat kirin. Hevseroka Kemeleya 78’an Halîse Badgî, der barê derbeya 12’ê Îlonê de nirxandin kir.

Halîse Badgî diyar kir ku dema derbeya 12’ê Îlonê ji aliyê desthilata Kenan Evren ve pêk hat gelê kurd di gelek şertê zehmet de derbas bûn û wiha got: “Dema ku em qala 12’ê Îlonê dikin wehşet tê bîra mirov. Wehşeteke wisa dan meşandin nedihiştin pel bileqin. Bi hezaran sazî ji aliyê desthilata Kenan Enren ve hatin girtin. Bi hezaran mirov di îşkenceyan de hatin derbaskirin. Ev tişta ku hat kirin sûcekî gelek mezin bû. Di zindana Amedê de gelek hevalên me ketin rojiya mirinê gelekan ji wan agir bera bedena xwe dan û jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji wan jî di îşkenceyên giran de derbas bûn. 12′ Îlonê tu carî nayê ji bîr kirin.

Derbeya ku wê demê pêk hat gelek bandora xwe li ser civakê kir. Ne tiştekî mirovî bû. Em çiqas jî bibêjin têr nake. Hevalên me yên ku niha endamê vê saziyê ne gelek ji wan jî şahidê wê demê ne. Ji bo ku em van kiryarên bi vî qebûl nekin bi tenê daxuyanî têr nakin. Dibê ku van kesên sûcdar bihatana darizandin û ev tişt ji wan re nemana. Çima gelê kurd çi kiribû ku ew qas zext û zorî li wan dihat kirin û hê jî tê kirin.”

Dixwazin gel di zextên giran de derbas bikin

Badgî, bal kişand ser şert û mercên wê demê û wiha pê de çû: “Wê demê tu kesî kevirek jî neavêtibû dewletê. Digotin em şoreşgerin. Ew kesan bê zerar bûn tu zerarê nedabûn dewletê. Armanca wan pêk anîna derbeyê bû ku vî gelê di zextên giran de derbas bikira. Di roja me ya îro de jî em lê dinêrin li gelek girtîgehan mirovên me yên nexweş hene û nayên berdan. Ji xwe re dibêjin em welatekî demokratin lê mixabin tu eleqeya wan û demokrat bûnê bi hev tune ye. Îro rewşa ku Tirkiye ketiyê ew ji kurdan bêhtir zehmetî dikşînin.”

‘Bi wijdana gel dilîzin’

Di dawiya axaftina xwe de Badgî, anî ziman ku ew bi sûcên li dijî hevalên wan tê kirin bêhtir hêrs dibin û ev tişt got: “Şerê ku îro li Tirkiyeyê didome, ji serdema Kenan Evren ne cudatir e. Dema ku li vî welatî aramiyek pêk bê dê ev welat bibe stêrkeke biriqandî. Eger mirov li dijî zor û zilmê dawiyê li jiyana xwe bîne ne hêsan e. Dema em dibêjin hevalên me ketine rojiya mirinê mixabin ew roj bi roj li ber çavên me şehîd dikevin. Wê demê dayîkên diçûn hevdîtina zarokên xwe jî têr bi hev re nediaxivîn. Ji ber ku zimanê kurdî hatibû qedexekirin. Ev bi xwe jî bi tena serê xwe îşkence bû. Ji wê demê heta niha her dem bi wijdana gel dilîzin. Dema ku di girtîgehan de xwuşk û birayên me şehîd dikevin dê mirov karibê li hember van kiryarên dewletê bisekine. Li dijî van sûcên ku tên kirin, hêrsa mirov zêdetir dibe.