2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekê doza azadiya Ocalan kirin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi armanca dijderketina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek li dar xistin û banga çareserkirina pirsgirêka kurd kirin.

Di çarçoveya Pêngava Azadiyê û Çareserkirina Pirsgirêka Kurd de gelê Kantonna Efrîn û Şehbayê bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derket kolanan û meşek li dar xist. Di meşê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û banga çareserkirina pirsgirêka kurd hat kirin.

Şêniyên kantonê li ser rêya navbera bajarokê Til Qirah û Wargeha Serdemê kom bûn û dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan û pankertên nivîsên “Bêyî azadiya Rêber Apo projeya neteweya demokratîk temam nabe” û “Na ji tecrîd û dagirkeriyê re, dem dema rizgarkirina Efrînê û azadkirina Rêber Apo ye” li ser wan nivîsandî hatin hildan.

‘Em tecrîdê şermezar dikin’

Meş li qada Wargeha Serdemê ya li gundê Til Sosîn ê girêdayî navçeya Ehdasê veguherî mêtîngê. Di mêtîngê de Hevserokê TEV-DEM’ê Hesen Wilo axaftinek kir. Wilo, diyar kir ku ev meş ji bo piştgiriya Ocalan e ku jiyana xwe kiriye xizmeta parastina gelan û doza gelê kurd û wiha axivî:

“Destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya xwîna bi hezaran şehîdan û fikrên Rêber Abdullah Ocalan hatin bidestxistin. Dewleta tirk tecrîdeke giran li Rêbertî ferz dike û hevdîtina bi malbat û parêzeran re lê qedexe kiriye. Wekî şêniyên Efrîn û Şehbayê, em tecrîdê şermezar dikin. Em bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku dawî li tecrîdê bînin û pirsgirêka kurd çareser bikin.”

Wê berxwedan heta azadiyê bidome

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Şadiya Îbrahîm jî tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û got ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Ocalan û rizgarkirin û vegera li Efrînê berxwedana xwe bidomînin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.