7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Îsraîlê ji niştecihên rojhilatê Xan Yûnis xwest ku derkevin

Artêşa Îsraîlê di roja 40’emîn a şerê li dijî Hemasê de bendergeha Xezayê kontrol kir û ji niştecihên rojhilatê Xan Yûnis xwest ku ji deverê derkevin

Bi deh hezaran mirovên ji bakur derveder bûne berê xwe dane dibistan û konan, ku bûne sedema qerebalixiya giran û hewcedariyeke mezin bi xwarin û ava vexwarinê heye.

Îro, rojeke nû ya şer û aloziya şerê li Xezayê ye, di heman demê de wiha xuyaye ku ku ti nîşanek an jî hêviyek ji bo agirbestek nêzîk nîne, tevî hewildanên cuda û cihêreng ên Erebî û navneteweyî.

Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de got ku hêzên wan “Kontrola operasiyonê ya li ser Marînaya Xezayê, ku ji hêla Hemasê ve ji bo armancên terorîstî dihat bikar anîn, temam kirin.” Her wiha di berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku hemû avahiyên devera Marsa hatine paqijkirin û 10 çekdarên Hemasê li wir hatine kuştin”.

Ji aliyekî din li gorî daxuyaniyên rayedarên Israîlê mijara serbestberdana hin dîlên di destê Hemasê de û daxwaza agirbesta 5 rojan ji ber nakokiyan naçe serî û li gorî Israîlê ji ber daxwazên zêde ên Hemasê ew yek neçûye serî.