9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Temellî ji Wezîrê Parastinê Guler pirsa çekên kîmyewî kir

Parlamenterê HEDEP’ê Sezaî Temellî, di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Parastinê de ji bo çekên kimyewî ev pirs ji Wezîrê Parastinê Yaşar Guler kirin: “Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?”

Hevdîtinên li ser budçeya giştî ya Tirkiyeyê ya sala 2024’an li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê didomin. Îro jî li ser budçeya Wezareta Parastinê hevdîtin hatin kirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Mûşê Sezaî Temellî, di hevdîtinan de axivî û balê kişand ser polîtîkayên şer ên desthilata AKP-MHP’ê û banga vegera li polîtîkayên çareseriyê kir. Her wiha Temellî, di axaftina xwe de pirsa çekên kîmyewî jî ji Wezîrê Parastinê Yaşar Guler kir.

Temellî, destnîşan kir ku pirsgirêkên kurd û filistîniyan mezintirîn pirsgirêkên li Rojhilata Navîn in û ev tişt got: “Di rewşeke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ji bilî aştiyê tu rêyên din nînin. Ev 40 sal in dewlet hewl dide pirsgirêka kurd bi rêya şer çareser bike. Çek, çareserî nîne. Ev pirsgirêk tenê dikare bi rêya demokrasiyê çareser bibe. Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê xelk ji cih û warên xwe hatin kirin. Ev kabûsa ku we bi operasyonan, bi hewldana dagirkeriyê ya li derveyî sînor afirandiye bi dawî nabe. Lê naskirina statûya Rojava dê Sûriyeyê demokratîk bike. Ewlehiya ku Tirkiye lê digere dikare bi rêya aştiyê pêk were. Lê em berevajî vê, hîn bêhtir şer û pevçûnan derdixînin.”

Gotinên Akar bi bîr xist

Di berdewamê de Temellî, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa tiirk û wiha axivî: “Dema ev angaşt derketin holê û daxwaza lêkolînê ve hat kirin, êrişeke mezin hate kirin. Gelek kes hatin girtin. Wezîrê beriya we Hulusî Akar di vê mijarê de çendek daxuyanî da. Heta gotinên dikevin çarçoveya nefretê kir. Piştre got; ‘her wiha li vê qadê bombeyên destan û gazên dibin sedema barandina rondikan tên avêtin. Ji bilî vê tu çek û muhîmat nehatine bikaranîn.’ Erdogan Karakuş jî ji TV’yekê re gotibû; ‘çekên taktîk nukeleer bi hêzên me re heye, yekîneyên topan diavêjin van bi kar tînin.’ Piştî vê gotinê, axaftina wî hate birîn, ji bernameyê derxistin û êdî nehiştin derkeve TV’an. Wisa xuya dike ku di van şeran de çekên taktîk nukleer tên bikaranîn. Em careke din ji we dipirsin; gelo di nava muhîmatên we de ev hene? Heke hebin hatine bikaranîn? Heke hatibin bikaranîn, li ku û çawa hatine bikaranîn?”

Herî dawî jî Temellî xwest ku Tirkiye, statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike.