28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan li Rakel Dînk geriya: Herî zêde em ji hev fêm dikin

Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Pervîn Bûldan, ji ber berdana kujerê Hrant Dînk Ogun Samast li hevjîna wî Rakel Dînk geriya û ev tişt re got: “Ev biryar me hemûyan êşandiye”

Kujerê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk Ogus Samast duh ji aliyê daraza tirk ve ji nişkeve hatibû berdan. Ji ber vê berdana kujer Samast Parlamentera HEDEP’ê ya Wanê û Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li ser navê partiya xwe li hevjîna Hrant Dînk Rakel Dînk geriya.

Li gorî agahiya ku Buroya Çapemeniyê ya HEDEP’ê ragihand, Bûldan destnîşan kiriye ku timik bi malbata Dînk û mexdûran re ne û ev tişt gotiye: “Em vê biryar û bêhiqûqiya ku kujeran wêrek dike qet qebûl nakin. Ev biryar ne te me û malbata we êşandiye, êşan li êşên me zêde kiriye.”

Rakel Dînk jî spasiya Bûldan kiriye û bersiv daye: “Gelek minetdar im. Êşên me hevpar in. Te jî van êşan kişand. Ji ber wê herî zêde em ji hev fêm dikin. Herî zêde jî ji ber ku berxek kuştin xemgîn dibim. Bawerim hûn li cem min û qet fikara min nîne, vê hîs dikim.”