9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser Qanûna Weqfan erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di rûniştina xwe ya 90’emîn de Qanûna Weqfan erê kir.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna Kongreya Îslama Demokratîk li hev civiya û rûniştin xwe ya 90’emîin pêk anî. Endamên meclisa giştî ya rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şêwirmendê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Hesen Koçer jî tev li civînê bûn.

Di rûniştinê de Hesen Koçer rewşa siyasî û geşedanên dawîn ên li Rojhilata Navîn nirxand û balê kişand ser geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin û êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê. Piştî axaftina Hesen Koçer li ser xalên Qanûna Weqfan nîqaş hatin kirin û di encama nîqaşan de qanûn hat erêkirin. Qanûn ji îro (16 Mijdar) ve dikeve meriyetê.

Qanûna Weqfan ji 28 xalan pêk tê û ev xal têkildarî çavdêrî û şopandina hemû aktîvîteyên olî, pêşxistina perwerdeya olî di hemû qonaxên xwendinê de, şopandina fetweyeyan û şopandina kar û barên berpirsên wan, çavdêriya rêveçûna sirûdên olî, şopandina avahiyên weqfan û parastina wan, agahdariya li ser zêdegavî û binpêkirinan e.