12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Mexmûrê êrîşên PDK’ê şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrîşên PDK’ê yên li dijî gerîla şermezar kirin.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê êrîşên PDK’ê yên di 24’ê vê mehê de li devera Amediyê li dijî gerîla pêk anîn, şermezar kirin. Daxuyanî bi amadebûna sedan welatiyên Mexmûrê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê Mexmûrê, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hisên Kara axivî.

Hisên Kara di destpêka axaftina xwe de xiyaneta malbata Barzanî ya li hemberî gele Kurd bibîr xist û wiha got: “Malbata Barzanî naxwaze yekîtiya Kurdan û Kurdistanek azad çêbibe. Ne tenê li hemberî PKK’ê, li hemberî hemû partiyên Kurdisatên xiyanet kirine. Em hemû ji dizanîn çawan li gel dewleta Iraqê bûye yek ku çawan li Hewlêr komkujî li hemberî gelê Kurd pêk anîn. Nêçîrvan Barzanî salvegera damezrandina Komara Tirk bi xwe pîroz kir. Em bang li malbata Barzanî dikin ji rêya xiyanetê bizivirin. Xiyanet di berjewendiyên dagirkerî û desthiladariyê de ye. Werin ser rêya rast. Pêwîste hemû Kurd li hemberî xiyaneta malbata Barzaniyan bibe xwedî helwestek diyar. Divê gelê Kurd dakeve qadan û têkoşîna şehîdên xwe bidin meşandin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Biji Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bimire Xiyanet’ bidawî bû.