spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên çalakger: Berxwedana me dê tecrîdê bişkîne

Çalakiyên Nobeda Edaletê li Wan, Amed, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Îzmir û Stenbolê didomin. Girtiyan ji çalakgerên Nobeda Edaletê re peyam şandin û gotin: "Berxwedana me dê tecrîdê bişkîne."

Çalakiyên Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, li Wan, Amed, Mêrdîn, Stenbol, Îzmir, Mêrsîn, Edeneyê didome.

Amed

Ji bo Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER’ê ya Amedê dewam dike, li avahiya navçeya Rêzan a DEM Partiyê serdana piştgiriyê hat kirin. Çalakvanên ku tevî şert û mercên hewaya sar nobetê digirin jî berxwedana xwe berdewam kirin û gotin tecrîd sûcê mirovahiyê ye.

Wan

Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUHAY-DER’ê ya Wanê hat destpêkirin di roja 53’an de ye. Rêxistina navçeya Payîzava ya DEM Partiyê, şêniyên taxa Firatê û kesên din nobetê didomînin. Hevserokê navçeya Payîzava yê DEM Partiyê Abdullcebbar Erdemîr diyar kir ku ew li dijî tecrîda 35 mehan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe didin û destnîşan kir ku bi çalakiya hevalên girtî yên li girtîgehan wê bigihêjin armanca xwe.

Mêrdîn

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ve li Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 20’an de didome. Dayika Aştiyê Latîfe Akyuz diyar kir ku ew ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên li girtîgehê çalakiyan li dar dixin û xwest tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan azad bibe.

Îzmîr

Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li Îzmîrê hat destpêkirin di roja 15’an de ye. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk, rêveberên DEM Partiyê yên Îzmîr Alîaga û navçeyên Aydin Soke beşdarî çalakiya nobetê ya li nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê didome, bûn. Di nobetê de pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan” û “Em ji bo edaletê dawî li tecrîdê bînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin vekirin.

Mêrsîn

Nobeta Edaletê ya ji aliyê Çukurova TUAY-DER û AATUHAY-DER’ê ve hat destpêkirin di roja 54’an de ber bi navçeya Tarsûsa Mêrsînê ve bi rê ket. Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca li ber girtîgehê daxuyanî da û got, “Dayikên me yên aştiyê ji bo şikandina tecrîdê bi sekneke birûmet nîşan didin û ji bo grevên birçîbûnê dengê xwe bilind dikin.”

Perîhan Koca peyama girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê şandine parve kir. Girtiyan ev tişt anîn ziman: “Eger daxwazên me bi cih neyên, em ê berxwedanê hîn mezintir bikin. Berxwedana me wê tecrîdê bişkîne.”

Perîhan Koca wiha li peyama girtiyan zêde kir: “Berxwedana wan berxwedana me ye, daxwazên wan daxwazên me ne. Em ê bi biryardarî berxwedana xwe bidomînin.”

Serokê TUAY-DER’ê yê Çukurova Ergîn Altûntaş bi bîr xist ku grevên birçîbûnê yên di 27’ê Mijdarê de dest pê kiribûn, 61 roj in li 118 girtîgehan dewam dikin. Altûntaş bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî tecrîdê û got, “Ji bo rakirina diyardeya tecrîdê ku sûcekî mezin ê mirovahiyê ye û ji bo rakirina tecrîdê em bang li saziyên sivîl, raya giştî, hunermend, nivîskar, sazî û rêxistinên demokratîk, bi taybetî jî gelên Tirkiyeyê dikin ku bi hestiyarî tevbigerin.”