3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Rojava êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî jinên Efrînî şermezar kir

Bi hezaran jin li Qamişlo û Sehbayê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ya li ser jinên li Efrînê û êrişên li dijî herêmê, bi meşek girseyî şermezar kirin.

Bi hezaran jin li Qamişlo û Şehba kom bûn û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî axa Rojava û êrîşên li dijî jinên Efrînê bi meşên girseyî şermezar kirin.

Qamişlo

Bi pêşengiya Kongra Star bi sedan şêniyên Qamişloyê bi meşekê sûcên dewleta tirk ên li dijî jinan ên li Efrînê û êrişên duh ên dewleta tirk a dagirker li ser kantona Cizîrê şermezar kirin. Meşê ji ber dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş dest pê kir. Di meşê de wêneyên jinên ku li Efrînê ceza li wan hatiye birîn û şaxên darên zeytûnê ku wekî sembola Efrînê tên naskirin, hatin hildan.

Piştî meşê girse li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê kom bû. Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed li wir axivî û destnîşan kir ku ev 6 sal e Efrîn bi destê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê rastî siyasetên qirkirinê tê. Gel jî li hemberî dorpêça hikumeta Şamê li ber xwe dide û got: “Wê her dem rastî berxwedana gelan bên, dê gelê li Şehbayê di kampan de her tê bikoşe heta azadiyê bi dest dixe.”

Remziya Mihemed bal kişand ser cezakirina jinan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û da zanîn ku di demekê de ku cezayê darvekirinê li cîhanê tê rakirin, li Efrînê dewleta tirk mîna siyasetên Îranê li dijî gelan dide meşandin û wiha dom kir: “Bi guhertina demografiyê, girtin û revandina şêniyan li Efrînê têr nebû, ji bo şikandina îradeya jinan cezayan dide. Em ê jî bi îradeya jinên azad li hemberî dagirkeriyê derkevin.”

Çalakî bi sloganên `Jin, Jiyan, Azadî` bi dawî bû.

Şehba

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Şehbayê ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê li dijî jinan li Efrîna dagirkirî bi çalakiyekê şermezar kir. Beriya çend rojan hin çeteyên dewleta tirk a dagirker cezayê darvekirinê li dijî gelek jinên li Efrîna dagirkirî birî. Bi wê yekê ew sûc li rêzesûcên dewleta tirk a dagirker ên li dijî xelkê Efrînê zêde dibin. Çalakî li parka Kampa Berxwedanê bi beşdariya xelkê Efrîn û Şehbayê, endamên meclis, deste, nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin. Di çalakiyê de endama Meclisa Jinan a PYDˊê ya Şehbayê Yildiz Mûsa axivî û wiha got: “Em sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li hundirê Efrînê şermezar dikin. Armanca van sûcan vîna jinan were şikandin.

Li aliyekî din jî endama Kongra Star Gulê Mihemed anî ziman ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê sûcên xwe li dijî xelkê Efrînê dewam dikin û wiha got: “Di van sûcan de tu cudahiyê naxin navbera tu pêkhateyekê, heta gorên şehîdan jî ji sûcên wan nafilitin. Welatiya bi navê Lemya Ebas a ji pêkhateya Ereb jî wiha got: “Em qetilkirina jinan li Efrîna dagirkirî red dikin û bang dikin ku jinên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de werin rizgarkirin. Di navbera hikumeta Tirkiye û Îranê de der barê birîna sûcan li dijî jinan û birîna cezayên darvekirinê tune ye.”