spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gengeşiyên li ser standartbûna kurmancî

Ev nîqaş û gengeşiya li ser standardbûna ziman ji ferzkirinê diqewimin. Lewre her şaxên qada kurmancî şûrên xwe danîne ser milê xwe, hev didin ber şûrên cahiltî, nezantî û xwelîsertiyê.

Standardkirina zimanan helbet pirsgirêkeke girîng e. Ev pirsgirêk ji bo neteweyên netewebûna xwe temamkirine êdî çareser bûye û ne xema wan e. Lê belê ji bo neteweyên wekî me kurdan ev pirsgirêk didome. Jixwe em jî di van demên dawî de ji ber vê pirsgirêkê pirî caran dikevin qirika hev û hev di bin tawanbariyê de dihêlin. Ji ber vê pirsgirêkê çi tê ber devê me, em wekî hemû pirsgirêkên naxweyî hev bi nezanî, cahiltî û beredayîbûnê sûcdar dikin.

Ev pirsgirêk nîqaşan ji qada zanistî û entellektûelî ber bi qada cemaatî yan jî civakî ve dikişîne. Ji ber vê pirsgirêka standardbûna kurmancî, ev demeke dirêj e, dîsa nîqaş û gengeşiyên mezin di nav civaka kurdînivîsan/kurmancînivîsan de zêde bûne. Qada kurmancî qadeke berfireh e. Li tevahiya Kurdistanê û gelek deverên din ê dinyayê şax daye. Bêguman ev şax jî wekî şaxên darên cuda bin, li hev ba ketine. Di bingehê de her şax bi serê xwe ye û dixwaze xwe ser ê din ferz bike û her şax dixwaze xwe wekî xwediyê kurmancî nîşan bide. Ev nîqaş û gengeşî jî ji vê ferzkirinê diqewimin. Lewre her şaxa qada kurmancî şûrên xwe danîne ser milê xwe, hev didin ber şûrên cahiltî, nezantî û xwelîsertiyê.

Helbet gelek xebatên geş û hêja di qada kurmancî de hatin kirin û hê jî tên kirin. Lewra devera xebat û kar lê heye wê rexne, têbînî û helwest li ser van xebat û karan jî hebin. Lê belê pirsgirêka mezin ev e ku aliyên meseleyan hev bi nezantî û cahiltiyê sûcdar dikin. Ev sûcdakirin dibe sedem ku alî hev guhdar nekin û hev red bikin. Guhdarnekirin û redkirin jî pêşiyê li pêşxistina ziman digire.

Di kar û xebatên zanistî de meriv angaşt û argûmanên xwe di çarçoveya lêkolînên xwe de dinivîse û diavêje nav qada zanistî da ku zanist û lêkolînerên din jî karibin angaşt û argûmanên xwe dijî van angaşt û argûmanan binivîsin. Lê belê di xebatên kurmancî de pirî caran bêyî ku lêkolînên giştî û îstatîstîkî bên kirin, nivîskar an jî lêkolîner peyv û gotina xwe rasttir dibîne û dibêje; ‘Kurd bi piranî bi vî awayî bi kar tînin.’ Lê belê divê meriv bipirse, gelo ev daneya “bi piranî kurd” encama kîjan lêkolînê ye?

Di qada kurmancî de ji ber meseleya standardbûnê taybetî piştî pirtûka Weqfa Mezopotamyayê ya bi navê “Rêbera Rastnivîsê” û pirtûka Saziya Zimanê Kurdî-SZK’ê ya bi navê “Rêzimana Kurmancî” gengeşî, nîqaş û tevlihevî zêdetir bûn. Jixwe standardiyeke kurdî/kurmancî hebû û hêvî dikim hê jî hebe! Ku gelek kesan bi derfetên xwe û bi tena serê xwe, xwe fêrî vê standardiyê kiribûn. Lê belê meriv nikare ji îro şûnde behsa standarta kurdî/kurmancî bike. Jixwe carinan em di nav heman rojnameyê yan jî kovarê de rastî rastnivîsê cuda tên. Wekî encama van herdu pirtûkan jî divê êdî hemû pirtûk, materyal û hişên kurmancî bên sererastkirin! Ku ev jî niha ne pêkan e. Divê em careke din ji nû ve fêrî rastnivîs û rêzimanê kurmancî bibin. Di van şert û mercên bêsazî de ev yek jî ne hêsan e.

Bi nebûna saziyan û bi perçebûna Kurdistanê ve têkildar, axaftina kurmancî ya her çar aliyê Kurdistanê jî dibe sedem ku her şaxa kurmancî li gorî xwe kurdî/kurmancî dizayn bike. Dizaynkirin an jî mûhendisiya zimên helbet ji bo zimanan qadeke tijî xetere ye. Di qada kurmancî de jî midahelekirinek û ferzkirineke hişk heye. Ango bi van herdu pirtûkan midahaleyê sedsaliya kurmancî tê kirin, a din jî hinek şax/alî /kes bi van herdu pirtûkan rêziman û rastnivîsa xwe li ser kurmancî ferz dikin. Ev yek jî di bin navê pedagojî û hêsankirinê de tê kirin. Fêrbûna kurmancî ewqas hêsan û standard e ku kesek wekî min dikare bêyî ku ji deverekî perwerde bigire, bêyî ku biçe dibistanê an jî kursê fêrî xwendin û nivîsandina kurmancî bibe. Heke dil bixwaze her tişt baqê nîskan e. Li gorî baweriya min di meseleya hêsankirin û fêrkirina zimanan de xala sereke hebûna pergalê ye. Heke pergaleke saxlem hebe, bêguman meriv dikare zimanekî bi hêsanî fêr bike. Lê belê beriya rê, rêbaz û pergalê heke meriv berê xwe bide hêsankirinê, ew dibe midahelekirina ziman.

Di bingeha xwe de “Rêzimana Kurmancî” li ser esasên “Rêbera Rastnivîsê” hatiye amadekirin ku gelek endamên lijneya “Rêzimana Kurmancî” bi vîdeo û nivîsên xwe piştgiriya xwe ya bi wê re dest nîşan kirin û her wiha ji bo kesên li dijî wê derkevin jî gotinên ne xweş gotin. Helbet armanca vê nivîsê ne pûçkirina van herdu xebatan e. Lê heke ev her du xebat di heman çarçoveyê de hatibin amadekirin û bên ferzkirin heqê her kesî heye ku çend gotinan li ser wan bibêje. Çawa ku gelek kes dibêjin; “Ev xebatên pîroz in” an jî “wê pêşengtiyê ji me re bikin”, bi vî awayî pêşiya rexneyê li van pirtûkan digirin û van pirtûkan li ser civakê ferz dikin, bi heman awayî jî van xebatan ji qada zanistî dûr dixin. Jixwe pirtûkên pîroz di qada olî de hene ne qada zanistî. Êdî divê her xebata rêzimanî an jî pirtûka dersê ne pîroz be. Anku divê xebat û pirtûkên kurdî/kurmancî xwe jî olê rizgar bikin û berê xwe bidin qada zanistî. Heke xebat û pirtûkên rêzimanî pîroz bin jixwe Celadet Alî Bedirxan ev pîrozî nod sal berê pêk aniye û hewce nake ku em pirtûka xwe ya pîroz biguherînin. Xebat û pirtûk ji vir şûnde divê zanistî û li gorî rêgez û qeydeyên giştî bin da ku rê li ber danûstendinên zanistî vekin.

Bêguman di gelek qadan de hewce ye ku em li ser kurdî/kurmancî xebat û lêkolînan bikin. Lê belê em piranî li dora rêziman û ratnivîsên digerin, gelo ma ji xeynî van her du qadan tu qadên din tune ne ku em li ser hûr bibin? Li ser meselê li bakurê Kurdistanê ji “di…da, di…de” an jî “iy/îy”ê girîngtir pirsgirêkeke din nemaye? Axaftina kurmancî di nav kurdan de her ku diçe kêm dibe û jixwe dimilkî li ber sêkeratê ye, ji ber vê yekê pêwîst e ku Weqfa Mezopotamyayê bi meseleyên mezintir re mijûl bibe, neku tişta heyî biguherînin. An jî SZK dikare komxebatên berfireh li ser ziman li dar bixe da ku pirtûkên bi vî awayî di encama van komxebatan de derkevin û pêşî nîqaşên gumanbar bê girtin. Ne ku pirtûka du kesan li ser hemû kesan ferz bikin. Di vê mijarê de pirsa herî girîng ev e ku heke pirtûk a saziyê be, gelo çima navê du kesan tenê li ser bergê pirtûkê heye? Helbet hinek kes dikarin pirtûkên xwe çap bikin, lê di bin navê saziyan de hinek kes xwe li ser civakê ferz dikin ku ev şaşiya mezin e. Ev yek di pêşiya fêrkirina zimanê kurdî de astengiyeke mezin e. Ji kerema xwe xebatên zanistî li ser kurdî bikin, lê belê xebatên xwe li ser kurdî ferz nekin, naxwe hûn ê ji zanistê dûr bikevin. Û dîsa ji kerema xwe ji bîr nekin, xebat û ked tu kesan nake xwediyê zimên.